Li ser sînor leşkerek ji aliyê dayîkekî ve hate kuştin

26-05-2014
Abdullah Işik
A+ A-

 

Saada Derwîş’ ê leşkerek ber çavên bavê wî û zarokên wî kuşt. Gava leşkerê ku xwedî du zarokan ji welatekî derbasî yekî din dibû ji aliye dayîkê ve hate kuştin. Piştê ku leşker hate kuştin jî dayîkê rêneda ku bav û zarokên wî li ser de bigirîn. Malbata Saada Derwîş’ ê termê leşker bi Wesaîta Hawariyê birin morga nexweşxaneyê pey re jî bi rêkirin û bere wî dane welatê wî da ku defn bikin.

Bavê ku lawê xwe winda kiribû bi kelegirî digot: ax bila dinyayê de kalbûn hebûya leşkerî tunebûya. Peyra lê zêde dikir û digot ku kurê wî ji welatê cînar zewicîbû û ji ber şer jina wî revîbû welatê malbata xwe kurê min jî dixwest ku bi bav û zarokên xwe re here mala xezûrê xwe ji ber ku zarokan bêriya dayîka xwe kiribûn.

Piştî dane êvarê bav bi bavan rêketin û dû re heft-heşt saetan çûn û gava ku dûr ve welatê xinamiya xuyabû pir kêfxweş bibûn ji ber ku cihê lê dihatin şerekî pir dijwar hebû. Gava ku sed metre mabû ku malbat bigihîje ser sînor ji aliyê dayîka Saada Derwîş ve eyan bûn û bav bi bav destê xwe jêra hejandin, lê pey re teqînek çêbû û zarokan bavê xwe bavo jî kurê xwe erdê dirêjkirî dîtin. Piştê ew bavê ku leşker bû hate kuştin dayîkê destûr neda ku bav li ser lawê xwe de û law jî li ser bavê xwe de bigirîn. Zarokan bi tirs û şoq bavê jî bi xemgînî guh nedidan gefên Saada Derwîş’ ê ji bo birina laşê bav û lawê xwe.

Dayîka Saada’ ê jî nizanibû ku herdu alî jî nasê hevin, dostê hevin û xûşk û birayê hevin. Fêm nekir ku ne tu sînor dikare wan ji hevdu cuda bike. Tevî ku zûye gere ew welatê herdu aliyê sînor jî fêm bikin ku sînor tune û malbat yeke. Tu sînor nikare malbatê perçe bike.

Di nav hemu zor û zordariyan de jî merxasekî wekî bavê bavan tevî hişyarî û gefên leşkerî dîsa jî cendekê lawê xwe ji erdê re kişand û ji sînor derbastir kir. Puxteya gotinê, xwedî welat di nava welatê xwe de wekî mêvanekî metirsîdar hate kuştin. Di dawiya dawîn de jî di nava hêstirên zarokan de qêrîn û nalîn man. Lê belê, nikaribûn dilê wan ji hevdu biqetandina.

Gelo ji dîrokê ta roja îroyîn kî rûdawek wiha bihîstî bû?

Lê belê, di rastiya xwe de ev nivîs ji ber ku jineke Kurd bi navê Saada Derwîş dema tevî 2 zarok û bavê xwe xwest ku derbasî Bakur bibe di encama teqeya leşkerî hate kuştin. Dayîka Saada Derwîş a ku hate bilêçkirin, xwedî yek armancî bû ew jî: seredana xizmî bû, ji bo vê yekê jî sizayê wê ne kuştin bû. Her wiha xuyaye ku di van demên dawî de li dijî kesan êrişên çekdarî zêdebûne. Bi taybetî jî li ser sînoran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst