Enstîtûya Navnetewî bo Lêkolînên Aştiyê (SIPRI), Raporê 2018ê weşand. 2017ê 100 fîrmayên çendek dewletên têzanîn, qasî 400 milyar dolarak çek firotine. Bi %60ê DYA serî dikşîne. Ji 100an 42 fîrma yên wê ne. Tenê sisêyên sereke (Lockheed Martin Corp, Boing, Raytheon), qasî 100 milyar dolaran çek firotine. Rûsyaya gelê wê şerpeze, bi %10ê bazirganê duyemîn e. Û dûvre Frensa, Almanya, Çîn, Brîtan, Spanya, Îsraîl, Îtalya, Hollanda tê... Kiriyar; Hindistan Erebistana Sîûdî, Misir, Mîrîtîyên Erebî yên Yekbûyî, Awustralya, Cezayir, Iraq, Pakistan, Endonezya,..
Beşdariya Tirkiyê, mijara balkêşiyê ye. Pîşesaziya çekan a tirk, bi derve ve girêdayî ye, dîsa jî du şîrketên tirk di lîstê de ne û firotina çekan qasî 1/4ê zêde kirine. Neteweperestên tirk, pê serfiraz in! Bi rastî hilberîn û firotina çekan, divê mijara şermiyê be. Ka li şerên li hawirdora Tirkiyê, li hevparên pîşesaziya çekên wê, li zewacên di lûtkeya dewletê de binêrin, sedemê şerfiroşî, pozbilindiya nîjadperest û "wêjeya şehîdan", eşkere xwe dide dest.
Ev rêzika bazirganiyê ye; dixwazî zêdetir bifiroşî, lê divê tu bazara xwe biparêzî. Bi 400 milyar dolaran ma çi nabe? Dev ji wan xewnan berdin, heya ew milyar hebin, ma şer qet disekinin?
Peymana Koçberan a YNê
Peyman, li Marakeşa Mexribê hat girêdan. Peyman ne girêdêr e. Dîsa jî gellek dewletan ew pesend nekirin. Bi qestî mehneya "peyman serweriya me binpê dike" dan pêş. Ew dewletên weke DYA, Macaristan, Polonya, Awusturyayê, koçberan dikin mehneya neteweperestiya tundrew.
Ma ji Almanyayê heya Îtalya û Spanyayê partiyên nîjadperest, ne bi bedkariya koçberan zexm dibin? Ji Frensayê eşkere ye; xîzaniya Ewropayê berhema polîtîkaya serdestan e, ne ji ber koçberan e. Ma heya çekên jorê û polîtîkaya li pişt hebin, mirov dikare rê li ber malxerabî, mirin, xîzanî, koçberî û karesatên hawirdorî bigre?
Ji aliyê din ve; koçberî hevyekê mirovahiyê ye, ew têkiliya çandeyî û civakî ye. Mirov nikare rê li ber bigre. Heya derekê em hemû ji binemaliya koçberiyê tên. Êşa me, yek e. Neteweperestiya dorpêçkirî, ne çareserî ye, tevdan e.
Bûyer bi Kurdan ve rasterast girêdayî ye. Bêdewletî, weke bêwelatî ye. Yên di rê de mirî, di avan de xeniqî, yên koçberî weke derfet bikaranî û yên di biyaniyê de xwe windakirî... Kurd kirine civaka koçber, lê ew ne têgihiştiyê sedem û encaman in, nikarin bi qirika sûcdaran bigrin.
Bo Peymana Koçberan; bi zordarî û qedexeyê, bi rûxandin û kuştinê, yên dibin sedemê koçberiya kurdan, li Marakeşê amadekar bûn. Kurd û gellek civakên din, dûçarê biryarên tadekarên xwe ne. Ev, nakokiya Peymanê bixwe ye.
Bûyer ji Macron dibore
Girseyên Frensayê mafên xwe yên civakî û aboriyî dixwazin. Tekoşîn didome. Du pirs min mijûl dikin: Nîjadperest û li welatên din bandora tekoşînê.
Tevgera xwendevanên Frensayê ya 1968ê, Ewropa dorpêç kiribû û bandor li parzemînên din kiribû. Ew ne tenê bûyereke siyasî, lê çanda jiyan, cil û mûzika nû bû jî. Ew azadiya bêsînor, rûxandina tixûbên neteweperestiyê bû. Îro em yekcar hewceyî wê çandê ne. Nexwe nîjadperestî, dibê bibe sedemên karesatên gerdûnî.
Di tekoşîna Frensayê de tirsa ji nîjadperestan, mijareke girîng e. Ji ber ku ji 1945ê heya îro dijberiya civakî di bin bandora çepgiran de bû. Sendîka jî. Siyaset û çanda çepgir, beşeke dewlet û sîstemê ye. Dijber in lê ne vebijark in. Gendelbûn, li wan jî ketiye. Nîjadperest jê sûd werdigrin. Çepgir li paş dikevin, ew pêşve diçin.
Nîjadperest dixwazin bibin hêza kolanan jî. Li Almanyayê bi her keysê bedkarî li koçberan dikin û dirijin kolanan. Li Franseyê bûyer zîz e. Nîjadperest serketî bin, wê çanda çepgir û demokrat derbeke mezin bixwe.
Sîstema milyarderan û otokratên nîjadperest, li ser dinya me gef e. Civakan ji hev dûr dixin, wan berdidin hev. Astengî çi bin jî, pêwîstiya dinyayê bi tevgera ked û demokrasiya pirrengî, pirzimanî, pirbawerî, mirovhez û azadîxwaz heye. Girseyên Frensayê xwîn dan, bûn bang.
Bi rêbaza kurd û kurdistanî guhertina erkê
Li Başûr PDKê postên Serokwezîr û Serokatiya Herêmê guhertin. Bêguman pesendkirina parlemen û partiyên sereke, pêwîst e. YNK jî wîsa dişuxile, rêvebirên partiyan û serokên malbatan bûne yek. Sedemê gotinên min ew e, ne tiştekî din.
Bingeha serkeftinê heye. Nifşa nû li ser kar e. Xwedevan in û têgihiştî ne. Xwedî ezmûn in. Ne vêga be, ma kengê? Lê;Parlemen dixebite? Pêşmerge û sîxurî dibin yek? Şik û gumanên li ser hatiniya petrolê radibin? Li himberî Tehran û Enqerê polîtîkaya hevpar heye? Yekîtiya civakê dibe? Li Kerkûk, Xaneqîn, Şengal û derên din, seferberiya parastina nasnameya kurd heye? Li deriyên bacê û balafirgehan li himberî Bexdayê em dikarin pêşdestiya xwe biparêzin? Bersiv erê be, hingê em dikarin qala serketinê bikin.
Şaredarî?
Enqerê mijar ji zû ve kiriya rojev. Lîstika hilbijartinê di berjewendiya xwe de dibîne. Pêlîstokê dide dijberê xwe, nexwe dibe ew 'rêyên xetere' bigre. Me bi daxwaza me dixe xefikê. Ma demokrasî, ne hilbijartin e? Koalîsyona nîjadperestiya pirrengî, ji encamê ewle ye. Em winda nakin, ew bi ser dikeve.
Di mejî de şaredariyên berê hebûn. Me qeyûm ditin. Vêga jî ji qesrê birêvebirin. "Kîjanî bixwazî, derfetê bide. Kîjanî naxwazî, ji dest bistîne". "Kîjan projê bixwazî pesend bike, ya din qedexe bike". "Kîjanî naxwazî ji kar bavêje, zilamê xwe bixe ciyê wî".... Weke salên 1920an, parlamenter ji Enqerê destnîşan dikirin.
Min her tim helwesta hevpar a partiyên Kurd dida pêş. Her carê HDPê, yên din dûçarê xwe dikir. Vê carê cuda ye. Em ne dûçarê hev, lê dûçarê rastiyê ne. Heke em rê û dirban nebînin, tişta hatî serê parlemenê, li pêşiya şaredariyan e jî.
Pêşniyara min? Wiha bêjim: Tu nûnerê dezgehekê yî. Demokrasiyê diparêzî, daxuyaniyan didî, dikevî çalakiyan. Tu mehane distînî. Tu ne tenê ji ber baweriyê wisa tevdigerî. Rojekê erka te diguhere. Tu dev ji her tiştî berdidî. Ma wisa dibe?
Ji derdor û nasên xwe, em hin kesan nas dikin. Derfetên wan kêm in. Nexweş in. Tên girtin. Lê ew xwedî bawerî ne. Berxwedêr in. Di pêşangehan de, di spor û govendê de, di çalakiyên mafên mirovan û serxweşiyan de, di girtîgehan de û li her derê ew dom dikin, him jî heya mirinê.
Erka li pêşiya me, erkeke wisa ye. Tu Kurd î, hebûna te di bin gefê de ye. Karker î keda te, demokrat î azadiya te, mirovahî û rûmeta te, di bin gefê de ye. Malbat, heval û cîranên te, di bin gefan de ne. Erdnîgarî, dîrok, zargotin, muzîk û tirba te, di bin gefê de ne.
Tu dûçarê berxwedanê yî. Însan afirîner e, dikare ziman û rêbaza tekoşînê bibîne. Nexwe ti ewleyiya parastina destkeftiyan tineye.
Raman û nêrînên di nav gotarê de aîdî nivîskar in, Tora Medyayî ya Rûdawê ji ramanên nivîskar ne berpirsyar e.


.webp&w=3840&q=75)
