Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî beriya mehekê digot, heger Tirkiye têkeve axa Iraqê dê baca wê yekê giran bide. Lê hefteya borî li şûna tang û topên Tirkiyê yên li ser sînor hatine bicîkirin serokwezîrê wî welatî Binalî Yildirim hat Iraqê û rewşa alozî ya di navbera Tirkiyê û Iraqê de vemirand.
Binalî Yildirim û Heyder Ebadî bi kêfxweşî ragihandin ku peywendiyên Enqere û Bexdayê asayî dibe û bidawî li rewşa ku bibe sedam aloziyan anîn.
Dema mirov temaşeyê daxuyaniyên tund ên her du welatan ên beriya mehekê dikir, bawer nedir ku bi ew qasî lez peywendiyên wan asan bibe. Dewletên cîhanî ji bo berjewendiyên xwe carnan rabordiyê berçav nagirin û li gorî dahatuyê rêkeftinan îmze dikin.
Berevajoyê nêrînên hene, asanbûna peywendiyên rêveberiya Enqerê û Ebadî dê ji bo aramiya herêmê jî baş be. Herwiha ev yek ji bo Herêma Kurdistanê, Amerîka Îranê jî pêşveçûneke baş e.
Tê gotin ku Herêma Kurdistanê û Washington ji bo aramkirina peywendiyan gellek hewl didan. Serdana navborî piştî axaftina li ser telefonê ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Ebadî pêk hat.
Kesayetiya Yildirim
Di heyama 14 salên desthilatdariya AK Partiyê de Yildirim ligel çend kabineyan weke wezîrê ragihandinê kar kir. Yildirim ku endezayrekî xwedî ezmûn e, bi nasnameya xwe ya siyasî zêdetir bi nasnameya karsaz derdikeve pêş.
Yildirim di heyama bêaramiya rewşa siyasî de Davutoglu û siyaseta wî rexne dikir. Wî dema wezîrbûna xwe de xebatên baş encam dan û dema bû bibû serokwezîr jî li Tirkiyê rewşa siyasî û aborî gellek xirab bû. Ew ji ber hewesa Erdogan a seroketiyê hem li Sûriyê û hem di hundirê Tirkiyê de bedelê dide.
Yildirim bi durişma “hindiktir dijmin û zêdetir dost” çarçoweya sînorên politikaya derve xêz kiribû. Li Sûriyê û Rûsyayê geşedanên girîng rû didin, encamên serdana Bexdayê jî wekî encamên peywendiyên Rûsya û Sûriyê ne.
Armnacên Tirkiyê li Iraqê çi ne?
3 sedemên sereke yê Tirkiyê hene ku peywendiyên xwe bi Bexdayê re asan dike.
Sedema yekem: Ji nû ve başkirina peywendiyên aborî. Iraq piştî Almanyayê ji bo bazirganiya Tirkiyê welatî herî girîng e. Rêjeya bazîrganiya di navbera Tirkiye û Iraqê de ji sedî 40 kêm bûye û ew yek zerarek cidî dide Tirkiyê. Herwiha Tirkiyê dixwaze di avakirina herêmên suneyan ên di şerê DAIŞê de wêran bûne, şirketên wê bibib xwediyê pêşka herî mezin.
Duyem: Şerê PKK û tevgera Fetullah Gulen. Enqere ku niha pêvajoya açreseriyê rawestandiye, dibêje ku heta PKK dev çekan bernede ew pêvajoya çareseriyê nahînin rojevê. Tirkiye ji bol i Şingal û Qendîlê şerê PKKê bike pêwîstiya wê bi alîkariya Bexdayê heye.
Sêyem: Tirkiye naxwaze şaşiya Erebistana Suîdî dubara bike ku qada siyasî vale hişt. Enqere berevajoyê Riyadê, fikir dike ku ew dê kêşeyên bi Bexdayê re kêm bike û bandora xwe zêde bike û piştevaniyê bide sune û tirkmenan û pişt re jî projeya xwe ya Kerkûk û Mûsilê pêk bîne.
Ebadî çi bi dest tîne?
Yekem: Heger peywendî bi Tirkiye re baş bibin garantiya ewlehiyê dide sûneyên Iraqê û taybetî akinciyên Mûsile. Şerê Mûsilê ji bo dahatûya Ebadî diyardeyek e.
Duyem: Başbûna peywendiyên Ebadî bi Enqere re dibe gavek ji bo yekxistina suneyan li dijî Malikî û rêgirtina li ber vegera wî. Weke kovara The Economist behsê kirî, Ebadî dixwaze vê yekê biselmîne, ku ew xak û pêwendiyan ku Malîkî wenda kirine şûnde vegerîne. Ev yek jî ji bo wî dibe serkeftin.
Sêyem: Kabineya Ebadî ji aliyê aborî ve xirabe û wî bixwe jî ev yek anî ziman û got, niha tenê ew dikarin meaşên fermanberan bidin. Baş e kê dê herêmên DAIŞê wêran kirine ji nû ve ava bike ku ziyanên wê gihiştiye 40 milyar dolarî?
Îran çawaq dibîne?
Yekem: Îran jixwe li beşelê Bexdayê biqezenc e, lê naxwaze li beşên din ên Iraqê bêaramî û perçebûn hebe. Herwiha dixwaze peywendiyên Enqere û Bexdayê baş bin.
Duyem: Îran dizane ku rêveberiya nû ya Amerîkayê dê ligel Enqere dost be, lewma ew jî dê hewl bide peywendiyên xwe ligel Enqerê baştir bike.
Sêyem: Îran ku ji aliyê aborî ve bi serdemeke zehmet re derbas deibe, nikare ji hêla aborî ve alîkariya Bexdayê bike. Îran ji ber vê yekê pêşniyar Ebadî dike ku ji bo bihêzkirina aboriya xwe rêyeke din bibîne.
Çarem: Herwiha Îran çav li Sûriyê dike û dizane aramiya li Iraqê dê bandorê li Şamê jî bike. Tehran dixwaze bes di vê rêyê de qurbaniyan bide.
Ji aliyê Herêma Kurdistanê ve rewş
Yekem: Niha firotina petrola Herêma Kurdistanê ji bo Enqere û Bexdayê ne kêşeye. Bexda rastî qebûl kiriye.
Duyem: Hewlêr ji bihêzbûna Ebadî û venegera Malikî biqezenc derdikeve.
Sêyem: Peywendiyên Enqere, Bexda û Tehranê bi çi qasî biîstikrar be, bi ew qasî rewşa siyaseta Herêma Kurdistanê jî biîstikrar be.
Çarem: Tirkiye ji aliyê aborî û siyasî ve bi çi qasî bihêz û bandordar be, ew heta weke dost bi Hewlêrê bimîne, dê bi ew qasî feyde bide Herêma Kurdistanê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyê siyasî ka dikarin bi çi qasî îdareyî van peywendiyan bikin? Çimkî ji bo kurdan hemû pêngavên dewletan hestiyar e û nabe bêhesap gavan bavêjin. Ji ber ku kurd aktorekê bêdewlet in, ji bo destkeftiyan di danûstandinan de ji hemû aliyan zêdetir lihevhêner be.



