Hêsirên Sarayê

11-05-2024
Sîrwan Rehîm
Nîşan Heres Qewmî Artêşa Îraqê Kurdistan Kûçik
A+ A-

Gelo dewleta qanûnê dikare xwedî milîs ango komikên çekdar be? Gelo çawa dikare were zanîn ku di tevahiya temenê dewleta Îraqê de çiqas pere li ser artêş, milîs û kirîna çekan vala hatine xerckirin?

Ji Heres Qewmî heta îro, milîs ango komikên çekdar çi bûn û çima hene?

Di vê gotara kin de, ez dê dabaşa serpêhatiyeke xemgîn a Heresên Qewmî bikim, serpêhatiyeke ku beşek ji nasname û dîroka gelek artêş û milîsên deverê ye.

Cih Pirtûkxaneya Mem û Zînê yê li bajarê Hewlêrê ye û rojeke pir aram û dilrevîn a biharê ye.

Em bi sazkirina hevpeyvînekê bi çîroknivîs Celîl Kakeweys re daketine. Hevpeyvîn li ser karên wî, ezmûna wî ya nivîskariyê, zarokatiya wî ya li Hesara Mezin û bajarê Kerkûkê ye.

Berî hevpeyvînê, Kakeweys serpêhatiya kuştina kûçikê xwe rêbûrkî kat dike. Ez jê re dibêjim, ji kerema xwe re, bila em bi vê serpêhatiyê dest pê bikin, serpêhatiya kuştina kûçikê we, ev dê bibe beşeke girîng ji karê belgefîlma me, karek e ku em dê li ser berhem û ezmûna we saz bikin.

Xweşbextane mamoste Celîl Kakeweys daxwaza min dipejirîne. Paşê, em bi psîkologê jêhatî Dr. Mihemed Taha Hisên re behsa wê bobelatê dikin, bobelata kuştina kûçikekî ku çawa dibe sedema travmaya derûnî li ser lawikekî di wê rewşê de. Lawikekî ku paşê dibe nivîskar û mamoste.

Em bi serpêhatiya kuştina kûçikê boz dest pê dikin.

Mamoste Celîl Kakeweys serpêhatiya seg wer vedibêje:

Em li mala xwe, li gundê Hesara Mezin rûniştibûn. Ez bi dê û bavê xwe re bûm. Nîvro bû û xwarina me li ber me bû. Ji nişka ve me dengê teqandina guleyan bihîst. Dema ez derketim derve, min dît ku segê me yê boz veketiye û xwîn ji stûyê wî dipijiqe. Min li hêla din nihêrî du Heresên Qewmî li paş xwe meyzand. Wan her du Heresên Qewmî kûçikê me yê boz kuşt û bi xwînsarî di rê de dimeşiyan.

Mamoste Celîl Kakeweys qala karvedana xwe dike, karvedana lawikekî di wê dewranê de "Tu yê bêjî qey endamekî malbata min hat kuştin." Ji xuyang, bêhn û hilma vegotina wî jî kambaxiya wê bobelatê difûre.

Mamoste Celîl Kakeweys dibilîne, ew bûyer di sala 1963yan de qewimî, niha ku em di sala 2024an de ne, min ew bêtar hîn ji bîr nekiriye.

Gava me tomarkirina hevpeyvîna xwe kuta kir, me nihêrî ku qîzikek li kêleka me bi kul digirî. Qîzik li ser kûçikê boz ê Hesara Mezin digiriya!

Sara navê wê qîzika jîr û nûşilta me ye. Sara li Pirtûkxaneya Mem û Zînê bi hînbûna zimanê Almanî daketibû. Eyan e ku rasthatineke xemgîn bû lê di heman demê de ne bê xweşî û bedewî bû jî.

Axir, em bi Saraya delal re piçekî bi zimanê Almanî jî axivîn. Aferîn Saraya hêja! Bê kurs û bê çûyîna Almanyayê, te karîbû xwe hînî zimanê Almanî ku yek ji zimanên herî dijwar e, bikî.

Bêguman serpêhatiya kûçikê boz ê mala Kakeweys li gundê Hesara Gewre, ne çîroka rastîn a tenê ya ajelên welatê me ye. Gelek çîrokên heywan, daristan û kaniyên Kurdistanê hene ku bi destê artêşa Îraqê û komikên çekdar hatine kuştin an jî wêrankirin.

Ev serpêhatî ewqasî pir in ku têra nivîsandina bi dehan roman, çîrok û herwiha belgefîlman dikin. Nexêr, serpêhatiyên kuştina beşekê ji xwezaya Kurdistanê û têkdana jîngeha wê ne hindik in!

Di çend hefteyên borî de, di serdana min a gundê Pênc Engustê li Germiyanê de, min dît ku di serdema Enfala Kurdan de çi anîne serê dar, kevir û kaniyên Kurdistanê.

Welatê me carinan dişibe muzexaneyeke vekirî ya neheqî û zilmê, şopa lingên dagirkeran û şopa zaliman wê bi sedan salên din jî li ser laşê vê axê bimîne. Şopeke ku siyasetmedarên me yan nabînin an jî dikarin pir nezelal bibînin. Dîtina wan hemû bermahiyên zilmê dilê meriv tije dike û bi awayekî xofdar derûna meriv têk dibe.

Çi karesateke xemgîn û kêmpeyda ye ku mirov bibe beşek ji welatekî ku ne tenê te wek mirov lê heywan û xwezaya te jî wek dijmin bihesibîne û bi berdewamî hewl bide wan bikuje û kor bike.

Çiqasî dijwar e!

Di heman rojê de min ji mamoste Celîl Kakeweys re got: Xwezî te ev serpêhatiya xwe bikira çîrok, çîrokeke bi hesta Saraya ku hêsir ji çavên me barand!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst