Gava dadgeh dibe amûreke siyasî

10-06-2022
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Kurd Kerkûk Iraq
A+ A-

Hefteya borî bi du biryarên cuda, Dadgeha Tawanan a Kerkûkê cezayê girtina ji 6 heta 15 salan li dijî hejmarek endamên Lîsta Birayetî ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya hilweşiyayî derxist.

Ji ber ku tu kes ji wan her 6 kesan li rûniştina dadgehê amade nebû, li milekî ceza wek "xiyabî" ango bêyî amadebûna "sûcdaran" hat derxistin û li milê din jî di biryara cezayê de navê wan kesan wek kesên reviyayî derbas bû.

Ez jî, ji ber ku ez ji hûrdema ketina Sedam Hisên ve vegeriyabûm Kerkûkê û heta dema ku wan ez bi biryareke siyasî ji bajêr dersînor kirim, her wiha bi sedema pîşeya min û çimkî Kerkûk ji bo me nasnameya pirsgirêka Kurd li Iraqê bû; lewra wek çawa hemû hêza me di xizmeta Kerkûkê de bû, di wan çend salan de hemû bala min li ser Kerkûkê bû. Min rojane jî gelek not û têbînî li ser wê yekê tomar dikir, ji ber vê jî ez dikarim bibêjim ku ez ji her kesî zêdetir haydarî hûrgiliyên wî bajarî me.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi awayekî giştî, bi sedema mana wan ji bo nêzîkî 14 salan li cihê xwe, yek ji wan saziyan bû ku berevajî armanca avakirina wê, bûbû bargiraniyeke mezin li ser Kerkûkê.

Her çiqasî li gor yasa û rêziknameya karî, tu desthilateke wê ya cîbicîkar nebû û zêdetir dezgeheke çavdêriyê ye, lê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yek ji dezgehên herî gendel li Kerkûkê bû.

Heta wan çaxên ku ez li Kerkûkê bûm û min çavdêriya rojane ya karûbarên dezgeh û saziyên wê dikir, ez dikarim bibêjim gendeliyên ku li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dihatin kirin, mînaka wan li tu sazî û dezgeheke din nebû.

Lê ji ber hevrikî û nakokiyên ku di navbera pêkhateyan de hebûn, her wisa ji ber pêkhateya encûmenê jî ku bi awayê nîv-eniyekê ji partiyên siyasî hatibû avakirin, lewma medya û saziyên din ên çavdêriyê jî herî kêm girîngî didan gendeliyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê.

Lewra eger Xwedê bike piştî derbasbûna salên dûrdirêj desthilata dadwerî li Iraqê bigihe asta ku lêpirsînê li gendelî û talankirina serwet û milkên giştî bike û wan rûpelên reş ên Kerkûkê veke, lazim e hemû şêniyên Kerkûkê ahengên kêfxweşiyê li dar bixin.

Lê gelo tişta li Kerkûkê diqewime, nemaze jî ev her du biryarên hefteya borî yên Dadgeha Tawanan a Kerkûkê, lêpirsîna li gendeliyê ye yan jî dadgeh bûye amûreke siyasî?

Ji ber ku wek di çapemeniyê de jî hat ragihandin, biryara dadgehê ji bo sepandina cezayê girtinê li ser wan endamên Lîsta Birayetî, bi sedema danîna destên xwe li ser mal û milkên dewletê bû. Tişta ku me ji gotin û daxuyaniyên kesên mehkûmkirî jî bihîst ew e ku qaşo mase, kursî û taximên qenepeyên ofîsên xwe, ku wek emanetê ye li ser wan, ne vegerandine.

Ji ber bûyerên ku piştî 16ê Cotmehê li Kerkûkê qewimîn, ji her kesî re eşkere ye ku hejmarek ji endamên encûmenê venegeriyane Kerkûkê û heta hûrdema hilweşandina encûmenê jî, ti amadebûneke wan li Kerkûkê nebû.

Biryara nevegera wan li Kerkûkê baş bû yan xirab bû, ev mijareke din e. Lê bê guman ku ew dema du salan neçûbin encûmenê, helbet di dema hilweşandina encûmenê de jî ew ne li wir bûne ku (dewr û teslîmê) bikin.

Ji ber vê yekê eger biryara cezakirina wan bi dirustî ji ber "radestnekirin"a alavên ofîsên wan be, biryareke pêkenok e, lê wer naxuye rast be ku ji ber vê yekê ceza li wan hatibe birîn, dibe ku ev kiribin rûveşartoka biryarê, lê bê guman armanca biryarê tiştekî din e.

Çunke heke biryar be lêpirsînê li gendeliya sazî û dezgehên Kerkûkê bike, gendeliya mezin ne "radestnekirin"a kursî, mase û qenepeyan e, û tew heke biryar e dosyeya encûmenê bê vekirin ku heq e bibe dosyeya tawanê, lê di vêya de jî ev çend kesên ku navê wan derbas dibe masiyên biçûk in.

Tirkmenek, Kurdek, Xiristiyanek û Erebekî Lîsta Birayetî armanc tên girtin lê dest ji bo dosyeyên mezin û hûtên qerase nayên birin, ev belge ye li ser wê yekê ku armanc siyasî ye û dadgeh kirine amûreke siyasî di kêşe, hevrikî û nakokiyên Kerkûkê de. Wek çawa li Bexdayê û li hinek parêzgehên din ên Iraqê jî, dadgeh di hevrikiyan de tê bikaranîn.

Li her welatekî jî ku desthilata dadwerî ket bin serweriya desthilata siyasî, êdî tu wateya edaletê namîne. Niha li Iraqê û heta radeyekê li Herêma Kurdistanê jî, dadgeh û desthilata dadwerî wek amûran di destê navendên siyasî de ne û li ser qutbên hevrikiyên hatine dabeşkirin.

Lewra ya ku li Kerkûkê diqewime ango masiyên biçûk dikevin torê û masiyên mezin jê difilitin vê rastiya tal nîşan dide û heke çareseriyek ji bo derxistina dadgehê ji nav hevkêşeyên siyasî neyê dîtin, tê çaverêkirin ku li Kerkûkê ji ber pirsgirêk û nakokiyên heyî û her wiha bi sedema encamên kêşeyên berê, di paşerojê de desthilata dadgehan gelek xirabtir were bikaranîn wek amûrekê di destê aliyên siyasî yên nakok de.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst