‘Şo’reşa Colanî û xewnên demokrasî û azadiyê

Duh li 02:46
Newaf Mîro
Nîşan Colanî Sûriye Selefî Demokrasî Ol
A+ A-

Wezîra Karên Derve ya Almanyaya Federal Annalena Baerbock çûye Sûriyeya Colanî, helbet li Sûriyeya "şerîetê" destê jinê nayê girtin.

Di têgeha wan de ciyê jinê di desthelatiyê de tune ye.

Gelek hêz, dewlet û aliyên siyasî ketine rêzê û "şo"reşa"  Colanî silav dikin.

Weke ku ew ne aliyek ji aliyê "birakujiya Îslamê" be.

Weke ku ew ne parçeyek ji kuştin, talan û yê komkujiyê be.

Weke ew ne yek ji endamê dewleta Îslamî-DAIŞê be.

Weke ku ne ev berdewamiya şerê Sunî û Şîeyan be yê ji zemanê Elî û Omer ve.

Weke ku ew ne hevkarê rejîma Tirkiyeyê û Erdogan be ku Tirkiyeyê ber bi tundrewiyê û siberojeke ne zelal de dibe.

Weke ku ew bi xwe ne mirovekî sivîl û xwedî proje û ajandayên sivîl be.

Weke ku ew ne tundrewiya Îslamî ne sedema koçberî û malwêraniya bi milyonan xelkên Sûriyeyê be.

Weke ne tundrewiya Îslamî sedemek û çeka destê cîhadî, selefî û kujerên ser wê erdê be.

Weke ne heman têgeh be, yên komkujiya Êzidiyan kir, jin û malê Êzidiyan ji xwe re biribin û li helal kiribin.

Weke ne ew bin, yê Rojava kiriye goristaneke mezin û bi hezaran zarokên Kurdan ne kuşti bin.

Weke ku ev hêzeke hizrî û yan pêkvejiyanê be.

Weke ku Durzî, Suniyên sekuler, Kurd, Elewî, Êzidî û Mesîhî hîn ne di bin gefê de bin.

Ha divê ev jî bête gotin, xirabûna mala Esed nikare Colanî baş bike. Yan jî her hêza li dijî dîktatoran şer dike, wan hêza baş û pêşketî nake.

Xewnên rengîn û derewîn xweşik in, di çavê gelek mirovan de lê rastiya tehl, tehl be jî ji xewnên xapînok xweşiktir e.

Colanî û hemû hevkarên wî ne ew kes in ku demokrasî û wekheviyê pêk bînin. Bi raya min ev destpêka pêvajo û doza demokrasî û wekheviyê ye.

Ol û desthilatdarî bigihin hev malwêranî û komkujî ye.

Mirov divê ne bi ola xwe, netewe û hizrên siyasî mirov be û xwedî mafê welatîbûnê be.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst