Parlamenterê CHPyê seriyek da Demîrtaş

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Sezgîn Tanrikulu Selçuk Mizrakli
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikulu li girtîgeha Edîrneyê hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli ziyaret kirin.

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu piştî serdanê, li pêşiya girtîgehê daxuyaniyek da û got ku rewşa tenduristiyê ya Demîrtaş û Mizrakli gelekî baş e.

Sezgîn Tanrikulu diyar kir ku Demîrtaş bi salan e li Tirkiyeyê wekî rehîneyekî siyasî yê pirsa Kurd hatiye girtin.

Tanrikulu diyar kir ku Demîrtaş di encama darizandineke neheq de hatiye mehkûmkirin û dosyeya wî niha li îstînafê ye.

“Wekî rehîneyekî siyasî yê pirsa Kurd hatiye girtin”

Tanrikulu da zanîn ku Demîrtaş tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nehatiye berdan û got:

“Ez li Edîrneyê me. Min li Girtîgeha Edîrneyê dostên xwe Selhattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli ziyaret kirin.

Rewşa tenduristiyê ya her duyan jî baş e. Silavên xwe gihandin hemû dost û bajariyên me yên ku pirsa wan dikin.

Ez jî ji vê derê silav û rêzên wan digihînim we. Selahattîn Demîrtaş bi salan e li Tirkiyeyê wekî rehîneyekî siyasî yê pirsa Kurd hatiye girtin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara berdanê daye.

Tevî ku dibêje nikare bê girtin, ev biryar nehat bicihkirin û heta niha li girtîgehê hatiye ragirtin.

Di encama darizandineke neheq de hat mehkûmkirin û dosyeya wî niha li îstînafê ye.

"Helbet dê rojên wiha hebin..."

Geşedanên siyasî jî ji nêzîk ve dişopîne. Helbet dê rojên wiha hebin ku em meseleya Kurd a Tirkiyeyê ne li pêşiya girtîgeh û salonên dadgehê biaxivin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst