STENBOL - Ji malbatekê 4 kes bi çekê hatin kuştin

31-01-2025
RÛDAW
Nîşan Stenbol Kuştin Malbat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eyûpsultanê ya Stenbolê 4 endamên malbatekê li mala xwe bi çekê hatin kuştin.

Polîsan piştî bûyerê B.Y.yê 17 salî yê kurê malê ku reviyabû li Bursayê desteser kir.

Li kolana Derînê ya taxa Akşemsettînê li avahiyeke 3 qatî, dema ku Sevînç Î. çû serdana xwişka xwe ya li qata sêyem dît ku xwişka wê, zavayê wê û xwarziya wê di nava xwînê de li erdê ne û wê xeber da polîsan.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Di lêkolînê de diyar bû ku Fatma Înceya 71 salî (dapîr), Mehmet Yenîgunê 43 salî (bav), Aysun Yenîguna 42 salî (dayîk) û Zîlan Yenîguna 12 salî (keç) bi çekê hatine kuştin.

Kurê malê yê 17 salî hat desteserkirin

Polîsan li kolan û avahiyê tedbîr girtin û di lêkolînên li cihê bûyerê de tesbît kir ku B.Y.yê 17 salî yê kurê malê piştî bûyerê ji malê derketiye û reviyaye.

Piştî lêkolînên li cihê bûyerê term ji bo otopsiyê hatin veguhastin.

Polîsan bi şopandina teknîkî û fîzîkî B.Y.yê gumanbar li Bursayê desteser kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst