Li Samsunê bi çekan êrişî karkerên Rihayî hat kirin: ‘Ji ber ku Kurd in!’

Duh li 09:47
RÛDAW
Nîşan Samsun Riha Karkerên Demsalî Êrişên Nijadperestî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Samsunê ya Tirkiyeyê kes an jî kesên nenas bi çekan êrişî cihê mayîna karkerên demsalî yên ji Rihayê kir.

Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîmenên ku karkerekî tomar kiriye belav kir.

Dîlan Kunt Ayanê di parvekirina xwe de diyar kir ku 200 karkerên çandiniyê yên ku ji Rihayê çûne Samsunê rastî êrişa çekdarî hatine.

Ayanê di parvekirina xwe de da zanîn:

“Cihê mayînê ya 200 karkerên ku ji bo karê çandiniyê ji Rihayê çûne Samsunê hatiye gulebarankirin.

Hêzên ewlehiyê ji dûr ve temaşe dikin. Ew mirovên ku li pey nanê xwe digerin ji ber ku Kurd in rastî êrişê tên.

Ev bûyera çendan e? Di bûyerekê de jî tawanbar nehatin darizandin û cezakirin.”

Ayanê amaje bi wê yekê da ku ew dê li beramberî bûyerên wiha têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bike.

Heta niha derbarê bûyerê de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn û kesên ku êriş kirine nehatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst