Hewlêr (Rûdaw) - Piştî gulebaranê li nêzîkî Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya Anatoliyayê ya Încî Uzmezê ya li navçeya Turgutluyê ya Manîsayê dê, bav û bapîrê êrişkar hatin desteserkirin.
Îro li navçeya Turgutlu ya Manîsayê li nêzîkî dibistanekî êrişa çekdarî li dijî xwendekaran pêk hat û û di êrişê de 11 kes birîndar bûn ku rewşa du kesan xeter e.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek derbarê êrişê daxuyaniyeke bi sernavê "Ti xemsariya ku ewlehiya zarokên me dixe xeterê dê bê ceza nemîne!" da.
Gurlek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev daxuyanî da:
"Em ji ber êrişa çekdarî ya ku li derveyî avahiya dibistanê pêk hat pir xemgîn in.
Êriş li kolana ku xwendekarên me diçin dibistanê, li navçeya Turgutluyê ya Manîsayê pêk hat.
Di encamê de 11 xwendekarên me birîndar bûn û 2 ji wan giran in.
Em ji bo zarokên xwe yên birîndar şifayê dixwazin û em sersaxiyê ji malbat, heval û hemû civaka perwerdeyê re dixwazin.
Piştî bûyerê, Serdozgeriya Komarê ya Turgutluyê lêpirsîneke berfireh da destpêkirin.
Di bin koordîneya Serdozgerê Komarê de du dozger hatin wezîfedarkirin û sûcdarê êrişê yê ciwan ku berê di pêvajoya dadweriyê de bû, bi lez û bez hat girtin û desteserkirin.
Dema ku dor tê ser ewlehiya zarokên me, ti îhmal û bêberpirsiyarî nayê paşguhkirin.
Bi rêziknameya qanûnî ya ku me vê dawiyê bi pêş xist, me berpirsiyariyên malbatan ên di warê lênêrîn û çavdêriyê de zelaltir û xurttir kirin.
Di vê çarçoveyê de dê, bav û bapîrê ku di bikaranîna çeka ku di êrişê de hatiye bikar anîn de beşdariya wan jî heye hatin binçavkirin.
"Zordarî ji hêla hevalan ve çêbûye"
Rewşên ku çek çawa ketiye destê zarok, şert û mercên ku çek çawa hatiye hilanîn, berpirsiyariyên dê û bav ên lênêrîn û çavdêriyê û angaştên zordariya hevalan a berî bûyerê bi tevahî û bi hûrgilî têne lêkolînkirin.
Ev bûyera ku ewlehiya zarokên me dixe xeterê, dê di çarçoveya qanûnê de bi awayekî biryardar were çareserkirin.
Berpirsiyar dê bi baldarî werin destnîşankirin û ti îhmalkarî dê neyê paşguhkirin.
Em bi hevahengiyeke xurt bi wezaret û saziyên pêwendîdar re hem pêvajoya yasayî û hem jî rewşa xwendekarên xwe yên birîndar ji nêz ve dişopînin.
Em careke din ji bo xwendekarên xwe yên birîndar şîfayê dixwazin."
Ji aliyekî din ve, hat zanîn ku êrişkar H.O. 15 salî ye ku ew jî li heman dibistanê dixwîne. H.O. hat desteserkirin.
Ders li dibistanê hatin rawestandin
Piştî êrişê Wezareta Perwerdeya Tirkiyeyê jî ragihand ku îro çalakiyên perwerdeyê li dibistanê hatine rawestandin.
Wezaretê derbarê êrişa çekdarî ya li nêzîkî dibistaneke li Manîsayê de daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bûyera trajîk a ku îro sibê li nêzîkî Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya Anatoliyayê ya Încî Uzmez a li Manîsayê qewimî gel, bi taybetî jî civaka perwerdeyê pir xemgîn kir.
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku hemû yekîneyên pêwendîdar ên dewletê, bi taybetî hêzên ewlehiyê û karmendên tenduristiyê, ji kêliyên pêşî yên êrişê ve di rewşa hişyariyê de bûn û lêpirsîneke berfireh li ser vê mijarê hatiye destpêkirin.
Sê mufetîş hatin peywirdarkirin.
Wezaret destnîşan lir ku ji destpêka bûyerê ve rewşê ji nêz ve dişopîne û hemû hewldanên pêwîst bi awayekî hevrêz ji hêla yekîneyên pêwendîdar ve têne kirin û got:
"Ji bilî pêvajoyên lêpirsînê yên ji hêla mufetîşên me yên parêzgeha Manîsayê ve, sê mufetîşên Wezaretê jî hatine erkdarkirin da ku bûyerê ji her alî ve lêkolîn bikin, tavilê ji bo parêzgeha Manîsayê hatine şandin.
Tîmên me yên piştgiriya psîkososyal jî ji bo xwendekar, mamoste û dê û bavên ku ji vê bûyera hovane bandor bûne dest bi çalakiyên rehabîlîtasyonê yên li qadê kirine.
Çalakiyên perwerdeyê li dibistanê îro hatine rawestandin. Yekîneyên me yên pêwendîdar bi hevrêzî û bi biryardarî tevdigerin da ku piştrast bikin ku lêpirsîna bûyerê bi baldarî tê kirin.
Em ji bo birîndarên ku ji bo nexweşxaneyan hatine veguhastin û têne dermankirin şifayê dixwazin û em sersaxiyê ji malbatên wan û tevahiya civaka perwerdeya me re dixwazin."


