Li Stenbolê xwepêşandana mamosteyan: 30 kes hatin desteserkirin

30-08-2023
RÛDAW
Nîşan Mamoste Stenbol Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê beşek ji mamosteyên Endamên Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet li dijî kêmiya mûçeyên xwe û şert û mercên kar xwepêşandanek kirin.

Hêzên ewlehiyên midaxeleyî xwepêşandanê kir û 30 kes hatin destserkirin.

Îro hinek mamosteyên Endamên Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet, demjimêr 16:00an li pêşiya avahiya Komaleya Dibistanên Taybet a li navçeya Taksîmê ya Stenbolê li dijî şert û mercên kar û mûçeyên kêm xwepêşandan kir.

“Em li dijî kedxwariyê kom bûn”

Wan mamosteyan giliyên xwe yên derbarê mûçe û şert û mercên kar de anî ziman û got:

“Em li dijî kedxwarî, mafxwariyê û paşguhkirina xwe kom bûne. Xwediyên kar û Wezareta Perwerdê jî dê guh bidin dengê me.”

Piştî demekê hêzên ewlehiyê midaxleyî xwepêşandana mamosteyan kir.

Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku 30 kes di midaxaleya hêzên ewlehiyê de hatin destserkirin.

Mamoste ji piştê ve hatin kelemçekirin

Li gor dîmenên li ser medyaya civakî hatine belavkirin, destê beşek ji wan mamosteyan  ji piştê ve hatine kelemçekirin û bi wî awayî hatine destserkirin.

Belavbûna wan dîmenan li ser medyaya civakî bû sedema nerazîbûnan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst