DEM Partî: Banga Ocalan dikare çarenivîsa Tirkiyeyê biguherîne

29-12-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Abdullah Ocalan Tuncer Bakirhan Tulay Hatimogullari
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari derbarê hevdîtina li gel Abdullah Ocalan de diyar kirin ku banga Ocalan dikare çarenivîsa Tirkiyeyê biguherîne û ew amade ne berpirsiyartiya xwe bînin cih.

Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari li ser hesabên xwe yê Xê derbarê hevdîtina li gel Ocalan peyam belav kirin.

Tuncer Bakirhan diyar kir ku nirxandinên Ocalan bal dikşîne ser berpirsiyartiyeke dîrokî û ev bang ne tenê pêşniyareke çareseriyê ye, her wiha derfeteke dîrokî ye ji bo avakirina siberojeke hevpar.

"Derfeteke dîrokî ye"

Bakirhan wiha got: "Ev bang, ne tenê pêşniyareke çareseriyê ye, her wiha derfeteke dîrokî ye ji bo avakirina paşerojeke hevpar.

Di vê pêvajoyê de diyar e ku berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê parlamentoyê û bi taybetî hemû derdorên siyasî.

Pêşketinên li Xeze û Sûriyeyê, pêdiviya çareseriyeke ku nikare were paşxistin radixe ber çavan. Em bi hev re bersiva banga aştî, demokrasî û biratiyê bidin.

Ji bo Tirkiye û herêmê em li ber deriyê derfeta veguherîna demokratîk in. Niha dema wêrekî û serwextiyê ye ji bo aştiyeke birûmet."

Tulay Hatimogullariyê jî di peyama xwe de behsa "derfeta dîrokî" kir û diyar kir despêkirina pêvajoyeke aştiya demokratîk bûye berpirsiyartiyeke ku êdî nayê paşxistin.

"Êdî nayê bipaşxistin"

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullariyê got:

"Bang û nirxandinên Abdullah Ocalan ên ji Îmraliyê, ji bo guherandina çarenivîsa Tirkiye û herêmê bangeke dîrokî ye.

Xurtkirina hevpeymaniya Kurd û Tirkan û destpêkirina pêvajoyeke aştiya demokratîk, bûye berpirsyartiyeke ku êdî nayê paşxistin.

Di vê qonaxa krîtîk de divê hemû aliyên siyasî gavên avakar û wêrek bavêjin ji bo çareseriyê. Parlamento zemîna herî girîng a vê pêvajoyê ye.

Rêya ber bi aştî, demokrasî û biratiyê ji gavên wêrek ên ku dê bi he re bên avêtin derbas dibe.

Di vê mijarê de bila ti kes gumanê neke ku em dê wekî DEM Partî her berpirsyartiya ku dikeve ser milê me bi cih bînin û pêşniyarên çareseriyê yên erênî mezintir bikin.

Em li ber deriyê derfeteke dîrokî ne, em dikarin bi hev re siberoja xwe ronî bikin."

Şandeya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk hatibû 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an çûbûn serdana Îmraliyê û li gel bêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan civiya bûn.

DEM Partiyê îro jî bi daxûyaniyeke nivîskî naveroka hevdîtinê ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst