Yekîtiya Ewropayê nerazîbûneke tund nîşanî biryara li ser Osman Kavala da

29-09-2023
RÛDAW
Nîşan Osman Kavala Yekîtiya Ewropayê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê yê Raportorê Tirkiyeyê Sanchez Amor, nerazîbûneke tund nîşanî pesendkirina cezaya Osman Kavala da.

Dadgeha 13emîn a Cezayên Giran a Stenbolê 25ê Nîsana 2022ê di Doza Bûyerên Geziyê de cezaya heta hetayê dabû karsaz û çalakvan Osman Kavala.

Dadgehê herwiha 18 sal cezayê girtîgehê jî dabû kesên ên ku dihatin darizandin.

Daîreya 3emîn a Cezayan a Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê (YARGITAY) jî roja pêncşemê lêkolîna xwe ya li ser dozê temam kir.

Di çarçoveya madeya 312/1 ya Yasaya Cezayan a Tirkiyeyê de bi hinceta “hewla nehîştina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê” cezayê heta hetayê yê Osman Kavala pesend kir.

“Biryareke karesat e”

Li gorî nûçeya EuroNewsê, Sanchez Amor bi tundî biryara pesendkirina cezaya Kavala rexne kir û ragihand:

“Biryareke karesat e. Ev biryar dê zerarê bide pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê.

Biryara ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû ne biryareke siyasî ye.

Divê hemû endamên Konseya Ewropayê cîbicî bikin.”

Sanchez Amor got:

“Gotûbêjên endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê di çarçoveya krîterên Kopenhagê de têne nirxandin.

Em li Tirkiyeyê ji paşdeçûna di warê mafên mirovan de ditirsin.

Ev zerarê dide pêvajoya gotûbêjên endamtiyê.

Ev pêngava di rêya dûrketina endamtiya Yekîtiya Ewropayê de pêngaveke mezin e.”

Yargitayê bi hinceta “alîkariya hewla nehîştina Komara Tirkiyeyê ” jî 18 sal cezayê girtîgehê yê Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) yê Hatayê Can Atalay, Tayfun Kahraman, Mine Ozerden û Çigdem Mater Utku pesend kir.

Herwiha cezayên Alî Hakan Altinay, Yigit Ali Ekmekçî û Ayşe Mucella Yapici yên her yek 18 sal jî hatin betalkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst