Erdogan: Gotinên Serokê CHPyê nîşaneya tirsê ne

29-01-2024
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Ozgur Ozel CHP Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku daxuyaniyên Serokê CHPyê nîşaneya tirsa windakirinê ne.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê beşdarî vekirina Metroya Balafirgeha Stenbolê ya di navbera navçeyên Kagithane û Gayrettepeyê de bû.

Erdogan bêyî ku nav bide behsa pêwendiya Partiya Gel a Komarî (CHP) û DEM Partiyê kir û destnîşan kir ku CHP naxwaze DEM Partî ji bo Şaredariya Stenbolê berbijêrê xwe derxe.

"Niha çi bi wan hat?"

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan anî ziman:

“Çi dibêje? Dibêje derxistina berbijêrên cuda yên partiyan li yek parêzgehê lîstik e. Ez bi zelalî dibêjim. Hûn li ti welatê demokratîk ê cîhanê daxuyaniyeke wiha nabînin.

Li ti welatekî ku rêz li îradeya neteweyî tê girtin hûn nabînin ku partiya mixalefetê ji hevrikiyê bitirse an bireve.

Ya sosrettir ew e ku partiyên sûcdar dike ew partî ne berî 8 mehan dixwest bi wan re rêveberiya vî welatî bike.

Qey ew li ser maseya 6an ne bi hev re bûn? Wan ne digot 'Pêwîst be em dê 16 partî jî bên ba hev?'

Niha çi bi wan hat? Sûcdarkirina partiya ku berî çend rojan bi hev re hevdîtin dikirin bêpîvanbûna siyasî ye.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê 31ê Adarê hilbijartinên şaredariyan werin kirin û aliyên siyasî her ku diçe rikeberiya xwe xurttir dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst