Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê di nava 6 saetan de 20 erdhejên paşekî çêbûn.
Doh êvarê li navçeya Kozanê ya Edeneyê erdhejeke bi hêza 5 pileyan çêbû.
Piştî wê erdhejê Edene tim diheje û di nava 6 saetan de 20 erdhejên paşekî çêbûn ku ya herî mezin 3,3 pile bû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku xebatên wan ên li qadê berdewam dikin.
Li hêla din, li hinek gundên Kozanê jî carinan kahreba qut dibe.
Parêzgarê Edeneyê Yavuz Selîm Koşger bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ji ber erdheja şevê din ti avahî nerûxiyane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse