Sirri Sakik bertek da girtina ciwanên govend gerandine: Ev hiqûqa dijminatiyê ye

28-07-2024
RÛDAW
Nîşan Sirri Sakik DEM Partî Girtina Ciwanan Kurdî Govend
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik li ser girtina ciwanên ku govend gerandine got, “Ev hiqûqa dijminatiye, tehemula we ji ziman çand û nasnameya Kurdan re tine.”

Di van demên dawî de li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber ku li mer muzîka Kurdî govend gerandine bi hinceta “endamtî û propagandaya rêxistinê” gelek ciwanên Kurd tên desteserkirin.

Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik di Parlamentoya Tirkiyeyê de bertek da girtina ciwanên Kurd.

Sakık, diyar kir ku li hemberî Kurdan hewldana lîncê ketiye dewrê û "Kurd nikarin govend jî bigerînin."

Sirri Sakik got, “Di van demên dawî de li Mêrsînê dest pê kir û li tevahiya Tirkiyeyê belav bû, yên ku govend digerînin, tên kelemçekirin, tên girtin, wan dibin wesatiyên polîsan û li wê derê şkence li wan dikin.

Çi tê kirin? `Olurum Tirkiyem` (strana Ez bimirim Tirkiyeya min) rêzbazeke şkeceyê ye.

Binêrin, vê yekê di zindanê Amedê de li zarokên Kurd kirin, zarokên Kurd çi got: `Çare tinebe rê çare ye, mirin çare ye.`  Mirov li wir mirin.

Îro hîn li van axan ev rê, ev rêbat tê ceribandin. Mafê we tine ku hûn Kurdan tine bihesibînin, gem li ziman, çand û nasnameya Kurdan bixin.”

“Em ji bo wê çandê berdêlên giran didin”

Sakik diyar kir ku li gorî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê û Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê ew drûşmên hatine avêtin ne sûc in û wiha pê de çû:

“Yên ku girtine kî ne? Zarokên Kurd in ên ku govend gerandine.

Li kû derê? Li peravan. Li ser wan mayoyên wan hene û govend gerandine.

Li kû derê? Li salona dawetê. Aha ev in yên ku me bi rê ve dibin.

Ya ku em jê re dibêjin hiqûq dijminatiyê ev e. Tehemûla we ji ziman, çand û nasnameya Kurdekî re tine.

Binêrin , Birêz Serok, bila parêzgar vê baş zanibe: Li Agiriyê tu demborî yî. Ew gel, ew govend, ew çand kevnar e.

Ew gel dê her tim li wê derê be, ew govend dê her tim li wê derê be. Ew govend dê her timhebe, ew çand dê her tim hebe.

Ji xwe em ji bo wê çandî hewqas berdêlên girand didin.

Li vê derê banga min ji Wezîrê Karên Navxwe re ev e: Eger wekî serê derziyê hiqûq, edalet hebe hûn dê wî parêzgarê dijminê Kurdan ji wê derê wergirin.

Kesê ku hewqas dijminatiya Kurdan dike li erdnîgariya Kurdan cihê wî tine.”

“Em dê li hemberî zilma we govendê bigerînin”

Sakik wiha berdewam kir, “Ji vê derê banga min a dawî ev e: Hemû Kurd, dostên Kurdan hûn li kû dera Tirkiyeyê dibin bila bibin, hûn li kû dera Kurdistanê dibin bila bibin, li Kanada, Amerîkayê, Pevçûn tine, lihevxistin tine, bikevin govendê, hûn hemû, werin çanda Kurdî li her derê li dilê Stenbolê zindî bihêlin.

Welahî di demeke nêzik de em dê bi koma xwe re li vê derê li hemberî zilma we govend bigerînin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst