Merdan Yanardag: Ez ti caran serî li hember neheqiyê natewînim

28-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Merdan Yanardag TELE 1
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevan Merdan Yanardag ku ji ber gotinên xwe yên derbarê rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan de hatibû girtin, ji girtîgehê bi rêya parêzerê xwe peyamek şand û got “Ez ti carekê serî li hember neheqiyê natewînim.”

Roja Yekşemê 25ê Hezîrana 2023an Rojnamevan û Rêveberê Weşanê yê TELE 1 a nêzîkî CHPê Merdan Yanardag di bernameyeke televîzyonî de gotibû ku “Tecrîta li ser Abdullah Ocalan ne li gor hiqûqê ye.”

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji ber wan gotinan bi hinceta “Propagandeya rêxistina terorê û pesindana tawan û tawarbar” derbarê Merdan Yanardag de lêpirsîn dabû destpêkirin û roja Dûşemê di dema weşanê de hatibû destserkirin û piştre jî bi biryara dadgehê hatibû girtin.

Roja Çarşemê parêzerê Merdan Yanardag, Bîlgutay Hakki Durna li girtîgeha Sîlîvrî ya Stenbolê serdana muwekîlê xwe kir.

Durna ragihand ku rewşa tendirustî ya Merdan Yanardag baş e û got: “Silav û hezkirinên xwe pêşkêşî wan dostên xwe dike ku piştevaniya wî kirine.”

Merdan Yanardag bixwe jî bi rêya parêzerê xwe ji girtîgehê peyamek şandiye û dibêje: “Ez di wê baweriyê de me ku em dê li hember her tîştî astengiyan derbas bikin. Ez herkesê bi hezkirin silav dikim. Ez dixwazim tiştek bê zanîn, ez ti carekê serî li hember neheqiyê natewînim.”

Rojnamevan û Rêveberê Weşanê yê TELE 1 Merdan Yanardag di weşana televîzyonê de gotibû: “Tecrîta li ser Abdullah Ocalan ne li gor hiqûqê ye. Ne malbat û ne jî parêzerên wî nikarin hevdîtinê bikin. Ma qey sîstemeke wiha dibe? Abdullah Ocalan kesekî jîr e ku gelekî pirtûkan dixwîne, analîzên rast dike û ji siyasetê fam dike.”

Girtina Yanardag di nav opozîsyona Tirkiyê, saziyên civaka sivîl û rojnamvande bûye sedema karvedanan.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî CHPê Kemal Kiliçdaroglu şandek bo Merdan Yanardag pêkaniye û biryar e ew şand di rojên pêş de li girtîgehê serdana wî bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst