Wezîrê Dadê ji bo serdana Îmraliyê destûr da DEM Partiyê

16 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ji bo serdana Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan destûr da şandeya DEM Partiyê.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ragihand ku wan hevditîna şandeya DEM Partiyê ya bi Rêberê Girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan re erê kiriye.

Tê pêşbînîkirin ku Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Surreya Onder an roja şemiyê an jî  roja yekşemê biçin Girava Îmraliyê.

Piştî daxuyaniyên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî, hevditîna şandeya DEM Partiyê ya li gel Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan di rojevê de ye.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ji Ajansa Fermî ya Tirkiyeyê re ragihand, wan rê daye ku şandeya DEM Partiyê biçe Girava Îmraliyê û li gel Rêberê Girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan bicive.

Tunç ragihand ku ji bo serdanê destûr ji Parlamenterê Stenbolê û Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan re hatiye dayîn.

Pervîn Buldan û Sirri Surreya Onder dê li gorî rewşa avhewayê an roja şemiyê an jî roja yekşemê biçin Girava Îmraliyê.

Serokê MHPyê Dewlet Bahçelî 22yê Çiriya Pêşîn di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de got ku divê Ocalan daxwazê ji PKKyê bike ku çekan dayîne.

Piştî wê Erdogan piştgirî da axaftinên Bahçelî.

Di heman demê de Bahçelî ragihandibû ku divê DEM Partî û Ocalan bêyî ku dereng bikeve wê hevdîtinê bikin.

Derbarê banga Bahçelî, Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de got ku wî tevî Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullariyê daxwaz kiriye ku biçin serdana Îmraliyê û beşdarî pêvajoya aştiyê bibin.

Piştî wê DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Ocalan re daxwaznameyek pêşkêşî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst