Xwişk ket deryayê bira jî xwest wê rizgar bike: ‘Bûn kevok û firiyan!’

27-11-2024
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Stenbol Kurd Deryaya Marmarayê
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Ciwanên Kurd ên xwişk û bira yên ku ketin Deryaya Marmarayê hîn nehatine dîtin.

Du ciwanên Kurd ên xwişk û birayên hev ku ji Spanyayê ji bo gerê hatibûn Stenbolê, ketin deryayê û çend roj in ti agahî ji wan nînin.

Ayşe û Welat ku li kêleka gewiya Stenbolê digeriyan.

Piştî ku lingê Ayşeyê dişemite dikeve behrê Welat jî ji bo ku wê xilas bike xwe davêje avê.

Tevî ku çend roj in xebata lêgerînê berdevam jî dike ew hîn bêserûşûn in.

Malbat daxwaza xebateke zêdetir û xurttir dike.

Ensarî Canê xelkê Amedê ji bo keç û kurekî xwe rondikan dirijîne û bi qêrîn û hawaran banga alîkariyê dike.

Her du zarên wî, Ayşeya 29 salî û Welatê 21 salî ji 23yê mehê vir ve di behrê de winda ne.

Li kêleka deryaya Stenbolê tîmên hawarçûnê xebatên xwe didomînin lê ji ber ku herka behrê zêde ye her du ciwan hîn bêserûşûn in.

Ensarî Canê bavê Welat û Ayşeyê li ser zarokên xwe got:

“Ev ji xwe re hatibûn betlaneyê, betlane li wan reş geriya.

Hefteyekê li cem bavê xwe man, hatin xatir ji bavê xwest û çûn.

Hatin 2 rojan li vir man. Xwedê teala ji me girt, çû, bûn kevok û firiyan.

Lêgerîn ne bi dilê me ye. Kêmasî pir in. Divê dewletê li vir amadebaşî ragihanda lê li vir însan nînin.”

Li gorî agahiyan Ayşe û Welat ku 11 xwişk û bira ne li welatê Spanyayê diman.

Ji bo dîtina malbatê çûbûn Amedê û piştre jî hatibûn Stenbolê da ku vegerin mala xwe.

Beriya ku herin balafirxaneyê jî wan xwestiye piçekî li nava Stenbolê bigerin.

Têne kêleka behrê lê ji ber ku wê rojê ba û bahozekî gelekî zêde hebûye Ayşe dişemite û dikeve.

Welat jî bi hawara wê xwe berdide lê çûyîn ew çûyîn e.

“Hema li derekê sax derkevin”

Şukriye Cana xwesûya Ayşeyê jî anî ziman:

“Ilmê kesî nagihêje, em hatin vir. Bi qeweta Xwedê li ber derekê bikevin, hema li derekê sax derkevin.

Bi rastî gelekî zor e, Xwedê sebrê bide dê û bavên wan. Bi qeweta Xwedê em bi saxî wan bibînin. Tiştek ji destê me nayê.”

Di van çend rojên derbasbûyî de xebata lêgerînê dihate kirin lê li gorî ku malbat dibêje tîmen biçûk, xebateke qels û kêm kiriye.

Tekîn Canê hevjînê Ayşeyê li ser xebatên lêgerînê da zanîn:

“Xebat ne bi dilê me ye, kêm e. Ev 2-3 roj in tenê li peravê lêgerînê dikin.”

Piştî ku medyayê eleqe pê da û malbatê jî pêwendî bi hinek siyasetmedaran re danî, hejmara tîman û qada xebatê hate berfirehkirin.

Bi pisporên bin avê, robot û amûrên pêşketî yên nava avê xebat berdewam dike.

Endamên malbatê jî bi awayekî qerebelix li kêleka behrê li benda xeberekê ne ji Welatê biçûkê malê û xwişka wî Ayşeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst