Bi çekê êrişî futbolîstê berê hat kirin

2 demjimêr berê
Nîşan Êriş Serhat Akin Fenerbahçe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Beykozê ya Stenbolê bi çekê êrişî futbolîstê berê yê Fenerbahçeyê Serhat Akin hat kirin.

Serhat Akin piştî ku bernameya xwe ya YouTubeyê temam kir rastî êrişê hat.

Akin xebera êrişê bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand û got, “Wan gule berda lingê min, gotina min a dawî Fenerbahçe ye.”

Hat zanîn ku êrişkar ji cihê bûyerê reviyaye û polîs ji bo wî bigirin dixebitin.

Serhat Akinê ku niha şîrovekariya futbolê dike demên dawiyê gelek rexneyan li birêvebiriya Fenerbahçeyê dike.

Akin, piştî ku Galatasarayê vê şemiyê 3-1 zora Fenerbahçeyê bir rexneyên xwe tunddir jî kirin.

“Ez ji kesî natirsim”

Futbolîstê berê ragihandibû ku ew ji ber rexneyên xwe tê tehdîdkirin û gotibû:

“Ez ji kesî natirsim. Ev kar bi tehdîdan nabe. Dema nikarin kesekî bikirin gefdan lê dixwin.

Wan di hilbijartinê de piştgirî xwest lê dît ku çênabe be vêca zilam kirê kirin, dê êrişî min bikin.”

Li hêla din, Fenerbahçeyê jî li ser bûyerê postek belav kir û got:

“Em êrişê şermezar dikin. Me divê fail di dema herî kurt de li ber dadgehê hesêb bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst