Îddîa: Tirkiyê nasname da fermandarê berê yê Qaîdê

27-06-2021
RÛDAW
Nîşan Qaîde DAIŞ Tirkiye Manar el-Shami
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tê îddîakirin ku hinek ji wan kesên Tirkiye nasname dide wan, fermandar an jî çekdarên rêxistinên tundrew ên wek El Qaîde û DAIŞê ne.

Di demekê de ku Tirkiye amadekariya paşde vegerandina penaberên Sûriyê dike, hinek penaber jî nasnameya Tirkiyê werdigrin.

Tê îddîakirin ku hinek ji wan kesên nasnameya Tirkiyê werdigrin û dibin welatiyên Tirkiyê, fermandar an serbazên el-Qaîde, el-Nusra û DAIŞê ne.

Rojnamevan Lindsey Snell li ser hesabê xwe yê Twitterê îddîa dike ku fermandarê berê yê el-Qaîdeyê Manar el-Shami nasnameya Tirkiyê wergirtiye û nasnameya El-Shami parve kir.

Snell di twitta xwe de nivîsiye: “Di demekê de ku siyasetmedarên Tirk li ser behskirina vegerandina penaberên Sûrî bo Sûriyê berdewam in, fermandarê berê yê El-Qaîde Manar Al-Shami nasnameya Tirkî werdigre.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst