Daxwaza azadkirina girtiyên nexweş hat kirin

27-04-2015
Hîkmet Dûrgûn
A+ A-

 

Mersîn (Rûdaw) – Şaxa Mersînê ya Komaleya Mafên Mirovan (IHD) daxwaza azadkirina girtiyên nexweş kir û ragihand nexweşiya penceşêrê di girtîgehê de Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan girtiye.

Şaxa Mersînê ya Komaleya Mafên Mirovan li avahiya xwe bo daxwaza azadkirina girtiyên nexweş daxuyaniyek da çapemeniyê. Hin malbatên girtiyên nexweş jî tevlî civîna daxuyaniyê bûn.

 

Sekreterê Şaxa Mersînê yê IHDê parêzer Ozgur Çaglar daxuyanî xwend û diyar kir, di girtîgehan de 679 girtiyên nexweş hene û ew dixwazin girtiyên nexweş werin berdan.

 

Çaglar destnîşan kir pirsgirêkên girtiyên nexweş didome û wiha got:

 

“Rewşa Cemil Îvrendî ku 21 sal in di girtîgehê de ye û cezayê heta hetayê xwarî ye, xeter e. Çend caran hatiyê emeliyatkirin lê nexweşiyên wî didomîn. Xwîna wî nayê sekînandin. Keça wî xwestiye li nexweşxaneyê li wî refaqatê bike, lê destûr nedanê.”

 

Çalar da zanîn rewşa Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan jî ku sala 1999ê di nava koma ji Ewropa hatî de bû xeter e û wiha domand:

 

“Nexweşiya penceşêrê di girtîgehê de Aysel Dogan girtiye û rewşa wê ne baş e. Bijîşk dibêjin divê ew tekez were dermankirin lê hêj girtîgehê de ye.”

 

Keça girtiyê nexweş Cemil Îvrendî ya bi navê Dîlan Îvrendî jî diyar kir, nexweşiya bavê wê cidî ye û ew dixwaze bavê wê were azadkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst