DEM Partî: Me namzedê xwe yê Îzmîtê venekişandiye

27-02-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Îzmît Namzed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ragihand ku wan namzadê xwe yê şaredariya Îzmîtê, Parêzer Gencer Demîrkaya venekişandiye.

Hatibû ragihand ku DEM Partiyê namzedê xwe yê şaredariya Îzmîtê, Parêzer Gencer Demîrkaya vekişand.

DEM Partiyê ev yek red kir û got ku wan namzedê xwe yê Îzmîtê venekişandiye.

DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê Xê derbarê mijarê daxuyanî da:

“Îdîayên ku dibêjin me namzedê xwe yê şaredariya Îzmîtê paşve kişand û em dê piştgiriyê bidin namzedê CHPyê, bêbingeh in.

Hevalê me yê namzedê şaredariyê serlêdana xwe kir û hat qebûlkirin. Em careke din jê re serkeftinê dixwazin.”

HDPyê di hilbijartinên xwecihî yên 2019an de li Îzmîtê namzed dernexist û piştgirî da namzeda CHPyê Fatma Kaplan Hurriyetê.

DEM Partiyê ragihandibû ku dê îsal bi namzedên xwe beşdarî hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê bibin.

Serokê Rêxistina DEM Partiyê ya Kocaeliyê Nûrî Tan ji rojnameyên Tirkiyeyê re axivîbû û gotibû:

"Namzedê me yê Îzmîtê vikişiya. Em naxwazin bi mixalefetê bidin windakirin. Me ji bo mixalefet winda neke ev biryar da.

Daxwaza namzedême yê Îzmîtê jî wiha bû. Ew bi tevahî encama nirxandina me ya di çarçoveya lihevkirina bajaran de ye."

“Îdia ne rast in”

Hinek kesan piştî vê biryara DEM Partiyê angaşt kiribû ku di navbera CHP û DEM Partiyê de hinek bazar hene.

Nûrî Tan derbarê van îdiayan jî got, "Gotegotên ku qaşo li hemberî vê biryarê dê endamên DEM Partiyê di şaredariyê de cih bigirin ne rast in."

Navê xwe li ser mûşekê nivîsîbû

Divê were gotin, dema ku Tirkiyeyê êrişî Efrînê dikir Fatma Kaplan Hurriyetê navê xwe li ser mûşekekê nivîsîbû ku dê Efrînê bike hedef.

Piştî ku ev dîmen li ser torên civakî hatin belavkirin xelkê bertekeke zêde nîşanî vê biryara DEM Partiyê da.

“Ev wêne ji hemû kursiyên siyasetê binirxtir e”

Fatma Kaplan Hurriyetê wê demê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyê mûşeka ku navê wê li serê bû belav kiribû û gotibû:

 “Vî wêneyî ez giriyandim. Di jiyana xwe de ez qet hewqasî hestyar nebûme û min şanazî bi xwe nekiriye.

Ev wêne ji hemû kursiyên siyasetê binirxtir e. Destkefta herî mezin a siyasetê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst