Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê li ser hevdîtinên bi Ocalan re civiya

27-01-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Abdullah Ocalan Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo nirxandina peyamên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan civiya.

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê îro li Enqereyê bi beşdarbûna her du hevserokên partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari civiya.

Di civînê de dê hûgiliyên hevdîtina şandeya Îmraliyê ya 22yê vê mehê bi Ocalan re hatibû kirin bên nirxandin û pêşniyar û hişyariyên derbarê çareseriya pirsgirêkên Kurdan de bên gotûbêjkirin.

Tê çaverêkirin ku di civînê de ji bo şandeya Îmraliyê nexşe rêyek bê diyarkirin û wekî hevdîtinên berê yên şandeyê ku li parlamentoya Tirkiyeyê kiribûn careke din bikeve rojevê.

Her wiha ji bo peyamên Ocalan bigihên civakî dê derbarê çalakî û civînên cuda jî nexşerêyek bê amadekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst