Xelkê Stenbolê ji ber erdhejê di nav tirsê de ye: ‘Em niha li ser gora xwe radizin’

26-08-2023
Omer Sonmez
Li Stenbolê navçe, semt û taxên Kurdan di bin metirsiya erdhejê de ne
Li Stenbolê navçe, semt û taxên Kurdan di bin metirsiya erdhejê de ne
Nîşan Stenbol Erdhej Zeytinburnu Taxên Kurdan
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) -  Niştecihên Stenbolê ji ber egera erdhejê di nav tirs û endişeyê de ne.

Bi taybetî li Stenbolê navçe, semt û taxên Kurdan ên wek Kuçukçekmece, Kanarya, Şirinevler, Bagcilar û Zeytinburnuyê di bin metirsiya erdhejê de ne.

Li gorî rapora Şaredariya Stenbolê di erdhejeke 7,5 pileyî de li Stenbolê dê 90 hezar avahî bi temamî hilweşin û 260 hezar avahî jî xisarên mezin bibînin.

Tîma Rûdawê ya Stenbolê berê xwe da taxa Kurdan a li navçeya Zeytinburnuyê.

Niştecihên navçeya Zeytinburnuyê piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê, ji ber îhtimala erdhejekê di nav tirs û xofê de dijîn û li bendê ne ku dewlet û şaredarî avahiyên wan test bikin û tedbîrên hewce wergirin.

Xelk dixwaze bar bike xaniyên nû

Ji ber ku piraniya avahiyên Zeytinburnuyê 30 salî ne û ne saxlem in, xelk dixwaze mala xwe bar bike û here xaniyên nû lê li navçeyê kirêya herî kêm ji 15-20 hezar lireyî dest pê dike.

Îlyas Acar ji navçeya Nisêbinê ya Mêrdînê ye û ev 10 sal in li taxa Çirpiciyê ya navçeya Zeytinburnuyê ya Stenbolê xwediyê daîrekê ye.

Şaredariya Zeytinburnuyê berî demekê li avahiya Îlyas Acar testa karotê kir ku saxlemiya bêtonê ya avahiyê tê testkirin û di encamê de biryar tê dayîn ku ev avahî ne saxlem e.

Apartmanên nesaxlem dê bêne hilweşandin

Di nava 3 mehan de dê niştecihên wê apartmanê bar bikin cihekî din û ew apartman dê were hilweşandin.

Xwediyên xanî û kirêdarên li vê apartmanê nizanin bi ku ve biçin, şaredarî û dewlet jî ji wan re nabe alîkar.

“Ji bo kirêya xaniyan 20 hezar lîreyî dixwazin”

Xwediyê xanî Îlyas Acar got, “Erdhej îro an sibê dê çêbibe. Di 3 mehan de divê em ji vir derkevin lê em ê bi kû ve biçin? Ji bo kirêya xaniyan 20 hezar lire dixwazin. Divê dewlet alîkariya kirê bide me.”

Penaberê Sûriyeyî Elaedîn El-Hesen ê ku kirêdar e jî got, “Niha ji bo xaniyan 15-20 hezar lîre kire dixwazin. Xanî jî nînin. Jixwe kes xaniyan nade me.”

Herî zêde dê taxên Kurdan zerarê bibînin

Li Stenbolê di erdhejekê de yek ji navçeyên ku dê herî zêde zerar û ziyan lê bikeve navçeya Zeytinburnuyê ye.

Li wê navçeyê hejmareke zêde ya Kurdan dijîn. Li vir piraniya xaniyan kevn in û bi qûma behrê hatine çêkirin.

Niştecihên navçeya Zeytinburnuyê piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê, ji ber îhtimala erdheja Stenbolê di nav tirs û xofê de dijîn û li bendê ne ku dewlet û şaredarî avahiyên wan test bikin û tevdîrên hewce wergirin.

"Divê dewlet bibe alîkar"

Esnaf Alî Acar diyar kir ku eger erd biheje dê nîvê Zeytinburnuyê xirab bibe û got:

“Em dê çi bikin? Mesela qolonê avahiya me xirab e. Tu dibêjî lê kes dernakeve. Ji ber ku kirê biha ye.

Divê dewlet bibe alîkar û wan derxe.”

 Esnaf Murat Kaya jî got, “Em jî wek her kesî ji erdhejê ditirsin lê tu haziriya me nîne.”

Li gorî saziya fermî AFADê, di erdhejeke mezin de dê li Zeytinburnuyê 5 hezar û 334 avahî hilweşin.

Emlakfiroş Mihemed Efendioglu da zanîn ku  piştî erdheja 6ê Sibatê Şaredariya Zeytinburnuyê bilezûbez dest bi testa xaniyan kir û biryara hilweşandina xaniyên nesaxlem da û wiha pê de çû:

“Wê gavê jî herkes kete derdê cihê mayînê. Ji ber ku her kes li xaniyên kirê geriya, wê demê jî kirêya xaniyan giran bû û xanî peyda nebûn. Kirêya xaniyên ji 5-10 hezar lîreyan, bû 15-20 hezar lîre.”

Li Stenbola ku bi fermî 16 milyon mirov lê nefermî ji 20 milyonî zêdetir kes lê dijî park û qadên berhevbûna erdhejê tenê 5 hezar û 578 in.

Tenê ji sedî 57ê wan xwedî binesaziya kanalizasyon, av û elektrîkê ne.”

“Eger erdhej çêbibe dê felaketeke mezin çêbibe”

Niştecihê Zeytinburnuyê Metin Îşler jî diyar kir ku hemû qad û park kirine beton û got:

“Em nikarin biçin parkan. Eger erdhej çêbibe dê felaketeke mezin çêbibe. Wê cih tunebe ku em pê ve herin.

Ev der dê bibe gora me. Em niha li ser gora xwe raza ne.”

Tê çaverêkirin ku herî kêm 100 hezar mirov canê xwe ji dest bide

Li gorî rapora Şaredariya Stenbolê di erdhejeke bi hêza 7,5an de dê 90 hezar avahî bi temamî hilweşin û dê 260 hezar avahî jî xisarên mezin bibînin.

Tê çaverêkirin ku herî kêm 100 hezar mirov canê xwe ji dest bide û derdora 4 milyon û nîv mirov bêmal bimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst