TIHV, IHD û TTBê rapora îşkenceyê belav kirin

26-06-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan TIHV IHD TTB Îşkence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapora Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê (TIHV), Komeleya Mafên Mirov (IHD) û Yekitiya Pizîşkên Tirk (TTB) li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 5 mehên destpêkê yên sala 2023an de îşkence li 270 kesan hatiye kirin.

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TIHV), Komeleya Mafên Mirovan (IHD) û Yekitiya Pizîşkên Tirk (TTB), bi helkefta 26ê Hezîranê Roja Hevkariya Mexdûrên Îşkenceyê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

TIHV, IHD û TTB dibêjin, ji ber helwêst û rêveberiya zordarî ya desthilatê hemû welat bûye cihê îşkenceyê.

Di daxuyaniyê de amarên îşkenceyê bi vî awayî hatine belavkirin:

- Li gor Navenda Amaran a TÎHVê sala 2022ê kesek û 5 mehên destpêkê yên sala 2023ê herî kêm 6 kes dema desteserkerî bûn bi awayekî bi guman canê xwe ji dest dane.

- Pênc mehên destpêkê yên sala 2023an bi hinceta îşkence û danûstandina xirab ligel wan hatiye kirin 270 kesan serî li TÎHVê dane.

- Sala 2022ê bi hinceta îşkence li wan an li mirovekî wan hatiye kirin hezar û 201 kesan serî li TÎHVê dane ku ev rekora 32 salan a di dîroka weqfê de bû.

- Li gor tespîtên Navenda Amaran a TÎHVê sala 2022ê li navendên fermî yên desteserkirinê herî kêm hezar û 347 kes rûbirûyê îşkence û tevgera xirab bûne.

- Kesên serî li TÎHVê dane gotine, %50.7 li rêveberiyên ewlekariyê, %5.7 li qereqolên polîs, %6.4 li qereqolên cendirmeyan rûbirûyê îşkence û tevgera xirab bûne.

- Ji %30.7ê kesên serî li TÎHVê dane ragihandin ku di nav otomobîlên desteserkirin û veguhestinê de rûbirûyê îşkence û danûstandina xirab bûne.

- Sala 2022ê 546 kes li qadên vekirî û xwepêşandanan, 177 kes li mal û kargehan rûbirûyê îşkence û miameleya xirab bûne.

- Sala 2022ê 144 jê zarok herî kêm 5 hezar û 434 kes û 5 mehên destpêkê yên sala 2023ê 49 jê zarok herî kêm hezar û 557 kes di dema destwerdana hêzên emnî bo çalakiyên aştiyane de rûbirûyê îşkence û tevgera xirab bûne. Herî kêm 50 kes birîndar bûne.

- Sala 2022ê herî kêm 230 kes û 5 mehên destpêkê yên sala 2023ê herî kêm 76 kes li kolan û qadên vekirî rûbirûyê îşkence û miameleya xirab bûne. Di heman heyamê de herî kêm 33 kes di dema serde girtina malan de rûbirûyê îşkence û tevgera xirab bûne.

- Li gor tespîtên Navenda Amaran a ÎHDê sala 2022ê 42 jê zarok bi tevahî 2 hezar û 928 kesan îddia kirine ku li cihên ne fermî yên desteserkirinê û li cihên din rûbirûyê îşkence û miameleya xirab bûne.

- Derbarê Yusuf Bilge Tunç ê ku 6ê Tebaxa 2019an li Enqerê hat revandin heta niha ti zanyarî nînin.

- Sala 2022ê herî kêm 4 kes hatine revandin an hewl dane birevînin. 5 mehên destpêkê yên sala 2023ê kesek hatiye revandin an hewl dane birevinîn.

- Li gor amarên ÎHDê sala 2022ê 198 kesan îddia kirine, sîxurtî li wan hatiye ferzkirin, gef li wan xwarine û xwestine wan birevînin.

- Li gor tespîtên Navenda Amaran a TÎHVê sala 2022ê 247 girtiyan îddia kirine ku li girtîgehê rûbirûyê îşkence û miameleya xirab bûne.

- Li gor tespîtên Navenda Amaran a TÎHVê sala 2022ê herî kêm 65 girtiyan û 5 mehên destpêkê yên sala 2023ê herî kêm 10 girtiyan ji ber nexweşî, xwekuştin, tundûtûjî û sedemên din canê xwe ji dest dane. Li gor amarên ÎHDê jî sala 2022ê herî kêm 83 girtiyan bi awayekî bi guman canê xwe ji dest dane.

- Di 6 mehên destpêkê yên sala 2023an de 54 girtiyên nexweş ji ber pirsgirêkên dermankirinê, di dema dermankirinê de kelemçekirin û hebûna hêzên emnî di dema dermankirinê de serî li TTBê dane.

Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê (TÎHV), Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) û Yekitiya Pizîşkên Tirk (TTB) di dawiya daxuyaniya xwe de daxwaz dikin ku îşkence bê bidawîkirin û li gor prensîbên navdewletî mekanîzmayeke rêgirîkirina îşkenceyê ya serbixwe bê avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst