Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê: Di êrişên Îsraîlê de 15 kes hatin kuştin

26-01-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Libnan Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrişên ku artêşa Îsraîlê îro kirin de 15 kes hatin kuştin, 83 kes birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Libanê derbarê êrişên Îsraîlê daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniya nivîskî Wezareta Tenduristiyê ya Libanê, Îsraîlê li başûrê welêt êrişî xelkê û leşkerên Libnanê kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrişên artêşa Îsraîlê de leşkerên artêşa Libnanê jî tê de 15 kes hatin kuştin û 83 kes birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku li başûrê Libnanê, "hat tesbîtkirin ku kesên gumanbar nêzîkî hêzên me bûn û li çendîn qadan tehdîd ji holê hatin rakirin".

Artêşa Libnanê jî ragihand ku di êrişa leşkerên Îsraîlê de leşkerek hat kuştin, leşkerej jî birîndar bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst