Li Stenbolê agir bi kargehekê ket: 5 birîndar hene

25-06-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Stenbol Tirkiye Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pendîkê ya ser bi parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê ve, îro agir bi kargeheke boyaxê ket û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, li Taxa Kadir Çakmak a Pendîkê otomobîleke ku bi sîstema LPG kar dike teqiya û agir bi kargeha boyaxa otomobîlan ket.

Hatiye ragihandin ku di encama bûyerê de 5 kes birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda hatin veguhestin.

Di dema vemirandina agir de 2 karmendên berevaniya şaristaniyê ji dûmanê bi jehrî ketin û di nav ambulansê de hatin dermankirin.

Di encama xebatên tîmên agirvemirandinê de agir hat vemirandin.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst