Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna ku beriya Lûtkeya NATOyê hatibû destpêkirin de 75 kesên din hatin girtin, bi vî awayî hejmara kesên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatine girtin gihîşt 178an.
Baroya Amedê li ser girtinan da zanîn, “Di dema desteserkirinê de îdiayên cidî yên li ser şkence û miameleya xirab hene.”
Lûtkeya NATOyê ya sala 2026an dê 7-8ê Tîrmehê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê were lidarxistin.
Dadgehê li gel girtina 75 kesan, ji bo 8 kesan jî biryara girtina di malê de da.
Di çarçoveya lêpirsînê de bi giştî 225 kes hatibûn desteserkirin.
Doh di kar û barên dadgehê de 103 kes hatibûn girtin, 26 kes bi şertê girtina di malê de hatibûn berdan û 6 kes jî piştî îfadeya dozgeriyê hatibûn berdan.
Bi biryarên îro re, ji 225 kesên desteserkirî 178 kes hatin girtin û ji bo 34 kesan jî biryara girtina di malê de hat dayîn.
Her wiha 7 kes piştî kar û barên li ewlehiyê û 6 kes jî piştî îfadeyên li dozgeriyê hatin berdan.
Akademîsyen, rojnameger û parêzer jî di nav girtiyan de ne
Hat ragihandin ku di nav girtiyan de Doç. Dr. Emel Memîş, rojnameger Yildiz Tar, Nûnerê Enqereyê yê Weqfa TEMAyê Nevzat Ozer û parêzerên ÇHDyê Semra Demîr û Kurşat Bafra jî hene.
Daxuyaniya Baroya Amedê
Baroya Amedê li ser desteserkirin û girtinan daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku di nav desteserkiriyan de parêzer, parêzvanên mafên mirovan, xwendekar, akademîsyen, çalakvanên jîngehê û nûnerên sendîkayan hene.
Baroya Amedê amaje bi îdiayên şkence û miameleya xirab kir û anî zimên:
"Li gorî agahiyên ku di raya giştî de cih girtine û li gorî daxuyaniyên parêzeran, di dema desteserkirinê de îdiayên cidî yên li ser şkence û miameleya xirab hene.
Qedexeya şkence û miameleya xirab mutleq e û erkê dewletê ye ku li ser van îdiayan lêpirsîneke bi bandor û serbixwe bimeşîne."
Baroya Amedê her wiha destnîşan kir ku lêpirsîn li ser çalakiyên demokratîk û mafên bingehîn tê meşandin û xwest ku dawî li desteserkirin û girtinên neyasayî were anîn.
Baroyê ragihand ku ew dê şopînerên vê pêvajoyê bin.



