Di rojekê de 130 kes di bûyerên trafîkê de bûne qurbanî

25-06-2023
Firat Kelehkî
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 demjimêrên borî de 130 kes di bûyerên trafîkê birîndar bûne û canê xwe ji dest dane. Roja 22ê Hezîrana 2023an, Hikûmeta Tirkiyê neh roj betlaneya Cejna Qurbanê ragihand ku roja Şemiyê 24ê Hezîranê destpê dike û roja 3ê Temûzê bi dawî dibe.

Welatî jî bo derbaskirina rojên cejnê ligel malbat û kesûkarên xwe ji bajarên din vedigerin bajarên xwe. Li gor zanyariyên dawî, di 24 demjimêrên borî de 41 bûyerên trafîkê li çendîn parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çêbûne û di wan bûyeran de 18 kesan canê xwe ji dest dane û 112 kesên din jî birîndar bûne.

Li parêzgehên Afyonkarahisar 7 kes birîndar bûne, li Konyayê 4 kesan canê xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne, li Osmaniye 2 kesan canê xwe ji dest dane, li Sakaryayê 10 kes birîndar bûne, li Çorumê 11 kes birîndar bûne, li Kirikkale 1 kes birîndar bûye, li Sînopê 2 kes birîndar bûne, li Bursayê 4 kes birîndar bûne, li Hatayê 1 û li Aksarayê jî 7 kes birîndar bûne.

Her wiha li Stenbolê 6 birîndar, li Aydinê 1, li Izmîrê 3 kesan canê xwe ji dest dane, li Îspartayê 1 canjidestdan, li kayserî 3 canjidestdan û 16 birîndar, li Eskîşehirê 5 birîndar û li Miglayê 5 birîndar hatine tomarkirin.

Li Bakurê Kurdistanê jî li parêzgehên Rihayê 3 canjidestdan û 6 birîndar, li Qersê 12 birîndar, li Dîlokê 6 canjidestdan û 1 birîndar û li Erzînganê 12 birîndar hatine tomarkirin.

Her di yekem roja betlaneya Cejna Qurbanê de, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Ali Yerlîkaya plana wezareta xwe bo parastina asayîşa rêyan di Cejna Qurbanê de ragihand û got, di 9 rojên betlaneya cejnê de 30 hezar û 529 karmend hatine erkdarkirin.

Li gor amarên fermî, sala 2022an li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 485 hezar û 48 bûyerên trafîkê çêbûne û 2 hezar û 282 kesan canê xwe ji dest dane û 291 hezar û 151 kesên din jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst