Vê carê Ii Wan û Îzmîrê erd hejiya

25-02-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Îzmîr Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgehên Wan û Îzmîrê 2 erdhej çêbûn.

Li navçeya Karaburunê ya Îzmîrê bi hêza 4,2 pileyan erdhejek çêbû ku kûrahiya wê zêdetirî 7 kîlometreyan bin erdê bûye.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku li parêzgeha Îzmirê ya Deryaya Egeyê saet 01:59an bi hêza 4,2 pileyan erdhejek çêbûye.

AFADê kûrahiya wê jî wek 7,44 kîlometre bin erdê diyar kir.

Çend roj in bi taybetî li parêzgeha Bursayê erdhejên zêdetî 4 pile çêdibin û pisporên erdhejê hişyariyê didin ku li wê herêmê qelşek di tevgerê de ye.

Li Wanê erdhej

Li navçeya Tûşbayê ya parêzgeha Wanê jî bi hêza 3,9 pileyan erd hejiya.

AFADê herwiha ragihand ku li navçeya Tûşbayê ya Wanê saet 08:58an bi hêza 3,9 pileyan erdhejek çêbûye û kûrahiya wê 7 kîlometre bin erdê ye.

Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023yan zêdetirî salekê ye erdhejên paşekî berdewam in û pisporên erdhejê bi taybetî hişyariyê didin ku divê ji bo erdhejên bihêz jî amadekarî werin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst