Parlamenterê CHPyê: Kuştina Tahîr Elçî meseleyeke wijdanî ye

24-11-2023
RÛDAW
Nîşan Tahîr Elçî Înan Akgun Alp
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Înan Akgun Alp ragihand ku kuştina serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî meseleyeke wijdanî ye.

Herwiha Înan Akgun Alp got, “Kuştina Tahîr Elçî bo vê dewletê bijardeya bûna dewleteke dadmend an jî dewleteke zordar e.”

Grûpa CHPyê îro li ser kuştina Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî pêşniyarnameyek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir.

CHPyê di pêşniyarnameyê xwest ku parlamento derbarê mijarê de lêkolînekê bike lê ew pêşniyarname bi piraniya dengên AK Partiyê û MHPyê hat redkirin.

“We digot em li rojhilat çiqasî dikujin li rojava bi ser dikevin”

Parlamenterê Qersê yê CHPyê Înan Akgun Alp nerazîbûn nîşanî helwesta parlamenterên AK Partî û MHPyê da û axivî:

“We çima ev pêşniyar red kir? Ji ber ku berpirsyariya we di wê serdema kaotîk a 2015an de heye.

We sala 2015an de digot 'Em li rojhilat (Bakurê Kurdistanê) çiqasî dikujin li rojava (bajarên Tirkiyeyê) hewqasî bi ser dikevin.'

We digot 400î bidin û bila ev kar xilas bibe û hûn meydan bi meydan digeriyan.

We ji Hezîrana 2015an heta Çiriya Paşîê digot spas bo Xwedê em qezenc dikin û hûn li hemû aliyên Tirkiyeyê digeriyan.

Belê berpirsyariya we ya polîtîk di pêk hatina keşûhewaya siyasî ya vê kuştinê de heye.

Birayê min, kuştina Tahîr Elçî meseleyeke wijdanî ye. Kuştina Tahîr Elçî bo vê dewletê bijardeya bûna dewleteke dadmend yan jî dewleteke zordar e.

Ti tiştek di wê de nîne ku em ji ber lêkolîna kuştina Hrant Dînk û Tahîr Elçî birevin.”

Çi bûbû?

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî roja 28ê Çiriya Paşîna 2015an dema dixwest li ser dorpêç û têkdana navçeya dîrokî ya Sûra Amedê li gel çend nûnerên saziyên civaka sivîl û xelkê navçeyê daxuyaniyekê bide çapemeniyê, li ber Mînareya Çarling a Sûrê hat kuştin.

Doza Tahîr Elçî piştî kuştina wî bi 5 salan hatibû vekirin û yekemîn rûniştina dozê di 21ê Çiriya Pêşîna 2020an de hatibû kirin û heta niha jî doza wî berdewam e.

Tahîr Elçî kî ye?

Tahîr Elçî sala 1966an li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ji dayik bûye.

Qonaxên seretayî û navendî yên xwendina xwe li navçeya Cizîrê xwendin.

Sala 1991, Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê qedand.

Tahîr Elçî, ji sala 1998 heta sala 2006an di Rêveberiya Baroya Amedê de cih girtibû û sala 2012an jî wekî Serokê Baroya Amedê hatibû hilbijartin.

Elçî bavê 2 zarokan bû û zimanên Îngilîzî, Almanî, Tirkî û Kurdî dizanîbû.

Tahîr Elçi herwiha wekî çalakvan û parazvanê mafên mirovan dihat naskirin û çendîn xelat wergirtibûn.

Xelatên ku wergirtine:

Xelata Weqfa Demokrasiya Civakî (2015).

Xelata Weqfa Navneteweyî ya Hrant Dînk (2016).

Xelata Odeya Bijîşkan a Amedê ya Demokrasî, Dostayetî û Aşitiyê (2016).

Xelata Konseya Baroyên Ewropayê ya bi navê Xelata Mafên Mirovan (2016).

Xelata Şaxa Stenbolê ya Mafên Mirovan (2016).

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst