Li Îzmîrê 113 koçber hatin desteserkirin

24-10-2023
Nîşan Îzmîr Koçber Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Çeşme, Menderes û Selçukê yên parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê, doh di Deryaya Egeyê de 113 koçber hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku wan koçberan dixwest biçin Ewropayê.

Li Tirkiyeyê di demên dawiyê de zextên li ser koçberan zêde bûne.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yûnanistanê û Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê, li navçeyên Çeşme û Mendersê, li nav Deryaya Egeyê, di du beleman de 77 koçber hatin desteserkirin.

 Li navçeya Selçûkê jî di belemekê de 36 koçber hatin desteserkirin.

Her 113 koçber piştî karên fermî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmîrê hatin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst