PAK: Em êrîşa li dijî HUDA PARê şermezar dikin

23-07-2023
RÛDAW
Nîşan PAK HUDA PAR Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) êrîşa li hember serokatiya Edenê ya Partiya Doza Azad (HUDA PAR) hatiye kirin, şermezar kir.

Duh Şemiyê li Serokatiya Şaxa Edeneyê ya HUDAPARê ya taxa Turkocagi ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê kesekî bi navê A.S. yê 72 salî êrîşî Salih Demir û Sacit Pişgin kir. Di êrîşê de Sacit Pişgin canê xwe ji dest da, Salih Demir jî bi giranî birîndar bû.

PAKê ev êriş bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir.

Di daxuyaniya xwe de PAK dibêje: “Divê faîlên vê êrîşê demildest bêne dîtin û divê ev êrîş bi hemû aliyên xwe ve bê zelalkirin.  Rehma Xwedê li rêzdar Sacit Pişgin be, cîhê wî biheşt be. Em sersaxîyê ji malbata rehmetî, ji hezkirîyên wî û ji hemû camîaya HUDA PARê re dixwazin. Em şîfaya xêrê ji rêzdar Salih Demîr re dixwazin.”

Li gor agahiyan dermankirina Serokê Rêxistina Edeneyê ya HUDA PARêr Salih Demîr berdewam e, û herwiha êrişkarê 72 salî jî hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst