Nêrîna xelkê Tirkiyê ya derbarê dorpêçên li ser Îranê

22-07-2018
Kemal Avcı
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Amerîka Tirkiye Îran Dorpêç
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Amerîkayê derbarê Îranê de biryara dorpeça aborî dabû. Şandeke ji Amerîkayê seredana Enqerê kir û ji hikumeta Tirkiyê xwest ku piştgiriyê bidê dorpeça Îranê, lê hikumeta Tirkiye li dijî dorpeça abori ya îranê derdikeve.

 

Tîmeke Rudawê jî nêrînên hemwelatiyên Tirkiyê yên derbarê dorpeça Îranê de wergirt.

 

Derbarê vê mijarê de hemwelatiyê bi navê Ahmet Yeşîl wiha got: “Li gorî mîn divê em li dijî biryarên Amerîkayê derkevin. Ji ber ku peywendiyên cîrantî giring in, herwiha peywendiyên bazirganî jî giring in. Cîrantî tiştekî giring e. Ji ber wê Tirkiye divê li gel îranê cî bigre. ”

 

Kesekî bi navê Omer Karagoz jî got: “Tirkiye divê piştgiriyê nedê dorpeça Îranê. Îran cîranê me ye, çima peywendiyên me xirab bibin. Tirkiye divê li gorî berjevendiyên xwe tevbigere. Ji ber ku bi Îranê re berjewendiyên me zêdetir e, em bi îranê re tevbigerin.”

 

Li ser heman mijarê Reşît Delî wiha nêrîna xwe anî ziman: “Li Rojhilata Navîn di sedema tevçûyin û tevlihev û noxteyên reş de tilîya Îranê dewleta yekem e. Divê hinek welat jê re bêje bisekine. Divê Îran xwe bigehere. Gorî qenaata min ji bona Tirkiye jî nêzikî ya wê Amerika pîroztir e. Lê mixabin çawa te jî got demeke ku hevaltiya Tirkiye zêde nêzikî îran û Rusya dibe. ”

 

Hemwelatî Îlhan Çaglar diyar kir ku encamên dorpêçê dê bandorê li Tirkiyê jî bike û wiha pê de çû: “Ji ber wê divê Tirkiye ji bo çareyan bi Îranê û Amerîkayê re bikeve diyalogê. Tirkiye li gorî berjevendiyên xwe tevdigere. Li gorî min Tirkiye divê bi her dewletê re di nav peywendiyande be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst