Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan îro li Îranê operasyoneke asmanî pêk aniye.
Li gorî CENTCOMê, ev êriş wekî bersiveke tund a ji bo êrişa doh a li ser keştiyeke bazirganiyê ya li Tengava Hurmizê hatiye kirin.
Li depoyên dron û mûşekan hat xistin
CENTCOMê diyar kir ku balafirên Amerîkayê li depoyên mûşek û dronan û sîstemên radarê yên li qeraxên Îranê xistiye.
Îranê 25ê Hezîranê bi droneke kamîkaze li keştiya "M/V Ever Lovely" dabû.
Ew keştiya bar a bi alaya Sîngapurê dema ku li nêzîkî qeraxên Umanê ji Tengava Hurmizê derdiket bû armanca êrişê.
“Peymana agirbestê hat binpêkirin”
CENTCOMê diyar kir ku vê êrişa Îranê ya li ser keştiyên bazirganiyê bi awayekî eşkere peymana agirbestê bin pê kiriye.
Her wiha hat destnîşankirin ku tevgerên metirsîdar ên Îranê azadiya gerîna deryayî ya li vî korîdora bazirganiya navneteweyî têk dibe.
Hêzên CENTCOMê koordînasyona ji bo derbasbûna silamet a keştiyên bazirganiyê ya li tengavê didomînin.
Artêşa Amerîkayê ragihand ku ew li herêmê hişyar in da ku piştrast bin Îran pêbendî hemû xalên peymanê dimîne.
Medyayê Îranê ji ragihand ku li bajarê Sîrîkê yê Hurmizganê dengê teqînan hatiye.


