Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partiyê dê roja şemiyê navenda CHPyê ziyar bikin û bi Serokê CHPyê re bicivin.
Hat ragihandin ku dê Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogulari û Tuncer Bakirhan 23yê Çiriya Paşîn saet 11:00an herin Navenda Giştî ya CHPyê.
Li gorî zanyariyan, Tulay Hatîmogulari û Tuncer Bakirhan dê bi Serokê CHPyê Ozgur Ozel re bicivin.
Derbarê naveroka civînê de heta niha ti agahî nehatine parvekirin.
Li aliyê din, hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogulari û Tuncer Bakirhan îro dê herin serdana Partiya Yenîden Refahê û bi Serokê Yenîden Refahî Fatîh Erbakan re bicivin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse