Jineke ji Rojhilat bi îdiaya berpirsa PKKyê ye hat girtin

16 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Mehnaz Omarî PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ragihand ku ekîbên Teşkîlata Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) û Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê berpirsa Finlandiyayê ya PKKyê Mehnaz Omarî girt.

Li gor îdiayan îro li parêzgeha Stenbolê bi hevkariya MÎT û Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê operasyonek hat kirin.

Tê îdîakirin ku di encama operasyonê de Mehnaz Omarî ya bi nasnavê Nazê Ad hatiye desterserkirin ku berpirsa Finlandiyayê ya PKKyê ye.

Li gorî îdiayên medyaya Tirkiyeyê Mehnaz Omarî ya xelka Rojhilatê Kurdistanê, li ser navê PKKyê li Finlandiyayê kar û çalakî rêk xistine.

Herwiha hat îdiakirin ku Mehnaz Omarî berpirsa koordînekirina pêwendiya rêveberiyê ya bi PKKyê re ye û ji bo beşdariya endaman û temînkirina çavkaniyên fînansê dixebite.

Heta niha derbarê mijarê PKKtê ti daxuyanê nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst