Hejmar guherî: Çend parlamenterên kîjan partiyê hene?

21 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Tirkiyeyê Parlamenter Hejmar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parlamentoya Tirkiyeyê piştî ku 2 parlementerên ÎYÎ Partiyê îstifa kir û derbasî AK Partiyê bûn û parlementerek jî derbasî CHPyê bû hejmara kursiyên partiyan li parlementoyê guherî

Parlamenterên ÎYÎ Partiyê yên Stenbolê Ahmet Ersagun Yucel û Seyîthan Îzsîz pêştir ji partiya xwe îstifa kiribû û wekî parlamenterên serbixwe mabûn.

Bi beşdarbûna parlamenterên Stenbolê Ahmet Ersagun Yucel û Seyîthan Îzsîz hejmara parlamenterên AK Partiyê ji 264an derket 266an.

Herwiha li parlamentoyê hejmara parlamenterên CHPyê jî guherî.

Bi beşdarbûna Parlamenterê Edeneyê yê serbixwe Bîlal Bîlîcî hejmara parlamenterên CHPyê ji 127an derket 128an.

Hejmara parlamenterên ÎYÎ Partiyê daket 32yan û hejmara yên serbixwe jî berjêrî 6an bû.

Niha hejmara parlamenteran vî awayî ye:

AK Partî: 266

CHP: 128

DEM Partî: 57

MHP: 50

ÎYÎ Partî: 32

Partiya Saadetê: 20

DEVA: 15

Parlementerên serbixwe: 6

HUDA-PAR: 4

Partiya Yenîden Refahê: 4

DP: 3

TÎP: 3

DBP: 2

EMEP: 2

DSP:1

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst