Dixwest pismamê xwe bikuje: Jineke 28 salî kuşt

21-08-2023
RÛDAW
Nîşan Denîzlî Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pamukkaleyê ya Denîzliyê di pevçûna pismaman de jineke ciwan hat kuştin.

Li navçeya Pamukkaleyê ya Denîzliyê ya Tirkiyeyê 2 pismam ji ber meseleya evîndariyê li parkekê bi hev ketin.

Nîqaşa di navbera pismamên bi navên Yûsif S. (26) û Hesen S. (25) de mezin bû.

Yûsif S. bi tivingê da dû Hesen S. û ew jî reviya nav marketa Merve Acar a 28 salî.

Yûsif S. gule li Hesen S. yê di marketê de bû reşandin.

Hesen S. û Merve Acar birîndar bûn. Merve Acar a ku tu têkiliya wê bi bûyerê re nebû li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Polîsan gumanbar Yûsif S. jî di nav de 7 kes desteser kirin.

Hat îdiakirin ku Hesen S. û pismamê wî Yûsif S. piştî li malê li ser “meseleyeke keçan” nîqaş kir, li parka taxa Kayhanê dîsa hev dîtin.

Piştî nîqaşa li parkê, Hesen S. ji ber pismamê xwe û hevalên wî Emîrcan U., Mihemed S., Furkan A., Îsmaîl B., Tolga G. û Buse K.yê reviya û xwe li marketa nêzîkî parkê girt.

Yûsif S. bi tivingê da dû pismamê xwe û ew û xwediya marketê Merve Acar birîndar kirin.

Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û Merve Acar û Hesen S. birin Nexweşxaneya Zanîngeha Pamukkaleyê.

Merve Acar tevî hemû hewldanan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. Rewşa Hesen S. jî baş e.

Hêzên ewlehiyê yên ku li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kir, gumanbar li navçeya Merkezefendiyê desteser kir.

Gumanbar Yûsif S. û hevala wî Buse K. ku di qata dawî ya apartmanekê de xwe veşartibû, hatin desteserkirin.

Lêpirsîna li ser 7 gumanbarên ku hatin desteserkirin berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst