Li Tirkiyeyê di hefteyekê de 400 hezar û 980 şofêr hatin cezakirin

15 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Trafîk Ceza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku tîmên trafîkê li seranserê wî welatî û Bakurê Kurdistanê di vê hefteya dawî de 400 hezar û 980 şofêr hatin cezakirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî amarên hefteya borî yên kontrolkirina otomobîl û wesayitan û cezakirina şofêrên wan belav kirin.

Alî Yerlîkaya eşkere kir ku di navbera 11 heta 18ê Tîrmeha 2024an de li sernaserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 2 milyon û 406 hezar û 651 otomobîl û wesayit ji aliyê tîmên trafîkê ve kontrola wan hat kirin.

Yerlîkaya da zanîn ku 400 hezar û 980 şofêrên ku pabendê tedbîr û rêkarên trafîkê nebûne hatin cezakirin.

Bi gotina Alî Yerlîkaya ji 400 hezar û 980 şofêran, 115 hezar û 866ê wan ji ber ku sînorê  lezê binpê kiriye hatine cezakirin.

23 hezar û 954 şofêr ji ber ku muaneya otomobîla xwe nekiriye û 16 hezar û 343 kes jî ji ber girênedana qayişa ewlehiyê hatine cezakirin.

14 hezar û 60 kesan jî bêyî mohleta şofêrtiyê otomobîl ajotiye û ji ber wê hatine cezakirin.

Herwiha 9 hezar û 178 şofêran jî sîgorteya otomobîl an wesayitên xwe çênekiriye û ew jî ji ber wê hatine cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst