Behsa jinên ku Hemasê revandine kir: 'Bila xort keviran bixwin?'

20-10-2023
RÛDAW
Nîşan Hemas Îsraîl Bekîr Yuksel Hoş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Akademîsyen Bekîr Yuksel Hoş têkildarî jinên Îsraîlî yên ku ji aliyê Hemasê ve hatibûn revandin got, “Jin hilbijartine û birine, tu dibêjî qey ew ji bo ‘elite model lookê’ hilbijartine.”

Akademîsyen Bekîr Yuksel Hoş ji ber vê şîroveya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kiriye hat girtin.

Zanyariyên têkildarî desteserkirina Bekîr Yuksel Hoş ji aliyê Koordînatorê Medyaya Dîjîtal a Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyeyê Aslan Degîrmencî ve hat ragihandin.

Aslan Degîrmanecî di daxuyaniyê de got:

Mamosteyê Zanîngeha Trakyayê Dr. Bekîr Yuksel Nîce, ji ber sûcên “Raya giştî ber bi kîn û dijminatiyê ve tehrîk kirinê”, “Belavkirina agahiyên xapîner” hat girtin.

Herwiha Aslan Degîrmencî diyar kir ku têkiliya Bekîr Yuksel Nîce bi cemaeta Gulen re heye.

Hemasê di êrişên 7ê Çiriya Pêşîn ên li dijî Îsraîlê de gelek jinên Îsraîlî revandibûn.

Têkildarî jinên hatine revandin Akademisyen Bekîr Yuksel Hoş li ser hesabê xwe yê Xê got:

“Jin hilbijartine û birine, tu dibêjî qey ew ji bo ‘elite model lookê’ hilbijartine.

Girtina jinên herî bedew ên Îsraîlê tê çi wateyê? Ciwanên Îsraîlê niha çi bikin? Ma keviran bixwin?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst