Li Enqerê bi hinceta Cemaeta Gulen biryara desteserkirina 14 kesan hat dayîn

20-06-2023
Mihemed Emîn Demir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, îro bi hinceta endamtiya “Cemaeta Gulen” derbarê 14 kesan de biryara desteserkirinê da.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê dibêje, “di çarçoveya lêpirsîna Ofîsa Lêpirsîna Tawanên Terorê de hatiye tespîtkirin ku sala 2008an berî ezmûna cîgirtiya komsertiyê pirsên ezmûnê hatine bidestxistin û belavkirin.”

Derbarê 14 kesan de bi hinceta li ser navê Cemaeta Gulen pirsên ezmûnê pêşwext wergirtine û belav kirine biryara desteserkirinê hat dayîn.

Tîmên Şaxa Tawanên Organîze ya Rêveberiya Ewlekariya Enqerê, bo desteserkirina 14 kesan li 12 parêzgehên cuda dest bi operasyonê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst