Cîgirê Serokê AK Partiyê: Gotina "Herin Kurdistanê" bû sedem ku em wenda bikin

20-05-2019
RÛDAW
Nîşan Hilbijartina Stenbolê AK Partî Şaredarî Azmi Ekinci Erdogan Herin Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê AK Partî ku hevdem Berpirsê Rêxistinên Partiyê ye, derbarê wendakirina AK Partiyê di hilbijartinên Stenbolê de got, biwêjên herin Kurdistanê û mijara man û nemanê wiha kir AK Partî wenda bike.

 

Partiyên siyasî yên Tirkiyê, desthilat û opozisyon bi amadekariyên hilbijartina şaredariya Stenbolê ve mijûl in ku biryar e 23 Hezîranê dubare were kirin. Bi taybetî AK Partî ku di hilbijartina 31ê Adarê de li Stenbolê wenda kir, niha dest bi lêkolînan kiriye ji bo bizane sedem çiye ku wenda kiriye.

 

Di vê navberê de Berpirsê Rêxistinên AK Partî û Parlamenterê Stenbolê Azmi Ekinci, wendakirinê bi du biwêjan ve girêdide ku Erdogan di dema propagandeya hilbijartinê de gelekî bikar dianîn. Di vê derbarê de Ekinci dibêje: "Mijara man û nemanê ligel biwêja Kurdistanê di hilbijartinê de dengderên HDPê acizkirin û wiha kirin AK Partî wenda bike."

 

Erdogan di mitîngên xwe de berdewam hebûna Kurdistanê di nav axa Tirkiyê de înkar dikir û digot: "Yê dixwaze li Kurdistanê bijî, bila biçe Bakurê Iraqê, li wê derê Herêma Kurdistanê heye." Liser vê mijarê Ekinci dibêje: "Gotina herin Kurdistanê ji aliyê rêzdar Serokomar ve, ku taybetî ku ji berpirsên bilind ên HDPê re digot terorîst, ev ji aliyê HDPê ve bi awayekî hat bikaranîn û bi vêna jî hema hema hemû dengderên HDPê çûn aliyê din."

 

Berpirsê Rêxistinên AK Partî û Parlamenterê Stenbolê Azmi Ekinci, herwiha ragihand ku eger ew gotina “herin Kurdistanê” nebûya, Kurdên Stenbolê dengên xwe didan Binali Yildirim, lê ew siyaseta dijwar bû asteng.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst