Cezayê Parlamenterê HDPê Gergerlioglu hat pesendkirin

20-02-2021
Nîşan Omer Faruk Gergerlîoglu Parlamenterê HDP Tirkiye Dadgeha Bilind
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 16emîn Daîreya Dadgeha Bilind, 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê bi tohmeta “propagandakirina rêxistina terorê” li Parlamenterê Kocaelî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlîoglu hatibû birîn, pesend kir.

Gergerlîoglu, berî bibe parlamenter 21ê Sibata 2018an ji aliyê 2emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê ve bi tohmeta “propagandekirina terorê” bi 2 sal û 6 mehan zîndankirin hatibû cezakirin. Piştre dosya bo Dadgeha Bilind hatibû şandin.

Piştî pêdeçûna dosyayê, 16emîn Daîreya Dadgeha Bilind, cezayê ku li Gergerlioglu hatibû birîn pesend kir.

Gergerlioglu li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku pesendkirina ceza “biryareke bilez a dadgehê ye û got: “Du sal û nîv e min hemû berpirsyarî û erkên xwe yên parlamenteriyê, bo vî miletî anîn cîh. Bê cudahî kê zilim dîtibe ligel bûme. Bersiva desthilatê jî ev bû!”

Li aliyê din dosyeyên rakirina parêzbendiya 9 parlamenterên HDPê ji Wezareta Dadê ya Tirkiyê re hatin şandin.

Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihand, piştî lêpirsîna li ser bûyerên Kobanî, dozaa di derbarê 108 kesan de, ku hevserokên HDPê yên berê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de ne, ji aliyê dadgehê ve hate qebûlkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê li ser heman dosyeya lêpirsînê, di derheqê hejmarek parlamenterên HDPê de, ku di heman demê de endamên Komîteya Navendî ya Rêvebir ya HDPê ne, dosyeyên lêpirsînê amade kirine.

Li gorî heman çavkaniyê, Serdozgeriya Komarê ya Enqerê di derbarê Hevseroka HDPê Pervîn Buldan, û 8 parlamenterên HDPê de dosyeya lêpirsînê amade kiriye, û daxwaza rakirina parêzbendiya wan parlamenteran dike.

Tevî Pervîn Buldan, dosyeya lêpirsînê ji bo Cîgirên Serokê Koma HDPê li parlamentoya Tirkiyê Meral Daniş Beştaş û Hakkî Saruhan Oluç, parlamenterê Amedê Garo Paylan, parlamentera Stenbolê Huda Kaya, parlamenterê Wanê Sezai Temelli, parlamentera Mêrdînê Pero Dundar, parlamentera Mêrsînê Fatma Kurtulan û parlamentera Izmîrê Serpîl Kemalbay Pekgozegu hatiye amadekirin û daxwaza rakirina parêzbendiya wan hatiye kirin.

Çend roj berê dosyeyên lêpirsînê yên di derbarê her 9 kesên HDPyî de, ji bo Wezaret Dadê ya Tirkiyê hatin şandin.

Biryare ew dosye paşê ji bo parlamentoya wî welatî jî bêne şandin, û li wê derê biryar li ser rakirin, an mana parêzbendiya wan parlamenterên HDPê were dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst