Cîgirê Serokê CHPê bo Rûdawê: Em serbikevin cîgirekî serokomar dê Kurd be

19-06-2018
HÊVÎDAR EHMED
Stenbol
Stenbol
Nîşan HilbijartinTirkiye CHP HDP Gursel Tekîn
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Gursel Tekîn ragihand, ku eger di hilbijartinên serokomariyê de namzedê wan serbikeve dê postê cîgirekî serokomariyê bidin Kurdan.

 

Rojeva Tirkiyê niha hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê yên 24ê Hezîranê ye. Partiya opozîsyonê CHP Muharrem Înce weke namzed destnîşan kiriye.

 

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Gursel Tekîn ji Rûdawê re behsa rêkeftina nehênî ya partiya xwe ya li gel Kurdan kir û got: “Belê bêguman, weke namzedê me yê serokomariyê birêz Înce jî ragihand. Misogere ku eger em serbikevin dê cîgirekî serokomar Kurd be.”

 

Rikberên sersext ên Erdogan tev de li ser wê yekê kar dikin da ku wî li ser desthilatê dûr bixin. Lewma di propagandayên xwe de behsa xetên sor ên ji aliyê Erdogan û AK Partiyê ve hatine danîn, dikin.

 

Ak Partî bi xwe jî mikûr tê ku ev hilbijartin ji bo wan ji hilbijartinên din girantir in. Herwiha derbarê pirsa Kurd de jî berpirsên bilind ên vê partiyê dibêjin: “Pirsgirêkeke bi navê pirsgirêka Kurd nemaye.”

 

Li gorî rapirsiyan, dengderên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di gera duyemîn de dê dengên xwe bidin berbijêrê CHPê Muharrem Înce.

 

Serokê berê yê şaxa Stenbolê yê HDPê Hozan Gûr jî got: “Em bawer dikin, ku eger yekîtî çênebe Erdogan naçe. Eger hat û hilbijartin mane gera duyemîn, Erdogan û Înce derketin, divê Kurd dengên xwe bidin Înce. Eger ew serbikeve dê cîgirekî wî jî Kurd be, ew jî Demirtaş e.”

 

Kî bibe serokê Tirkiyê du pirsgirêkên mezin li pêşiya wî/wê ye. Yek ji wan pirsa Kurd a din jî kêşeya aborî ye. Kîjan serok bikare van herdu pirsan çareser bike him dê bikare desthilata xwe misoger bike û him jî dê gelê Tirkiyê bikare henaseyekî kûr bikişe.  

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst