Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pileyên germahiyê vê hefteyê careke din bilind dibin.
Bi taybetî li gelek parêzgehên Tirkiyeyê tê pêşbînîkirin ku pileyên germahiyê 30 pileyî derbas bikin.
Pisporan hişyarî da ku hewaya germ û ziwa rîska şewata daristanan zêde dike.
Li gorî nirxandinên keşnasiyê, li herêmên Marmara, Rojavayê Deryaya Reş û Anatolyaya Navîn pileyên germahiyê dê ji asayiya demsalê derbas bibin û 2-3 pileyan bilind bibin.
Ji ber ku bayekî xurt tê, li hinek herêman hênikbûneke demkurt were hîskirin jî dê hewaya germ bandora xwe bidomîne.
Tê pêşbînîkirin ku di nava hefteyê de li Stenbol û Enqereyê pileyên germahiyê li derdora 30 pileyî bin.
Tê texmînkirin ku li herêma Egeyê pileyên germahiyê bigihêjin astên bilindtir.
Tê pêşbînîkirin ku li Îzmîrê li siyê 34 û li Aydinê jî 36 pile be. Her wiha tê diyarkirin ku li ber rojê pileyên germahiyê heta 45 pileyan jî derkevin.
Hişyariya şewata daristanan
Pisporên keşnasiyê, bi taybetî bal kişand ser bayên germ û ziwa yên ku dê îro û sibe li Antalya û derdora wê bibandor bin û bangî welatiyan kir ku li hemberî şewata daristanan baldar bin.
Pisporan anî ziman ku dibe heta roja Pêncşemê rîska şewatê zêde be û pişt re tê pêşbînîkirin ku pileyên germahiyê careke din dakevin.
Li aliyê din, tê pêşbînîkirin ku ji îro pê ve li derdora parêzgehên Erzingan, Wan, Sêwaz, Erzirom û Edeneyê baran û birûsk bibandor bin.
Tê texmînkirin ku li Rojhilatê Deryaya Reş jî ber bi dawiya hefteyê ve baran bandora xwe zêde bike.

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
