Ozgur Ozel li ser desteserkirina Îmamoglu got: Hewldana darbeyê ye

Duh li 10:08
Nîşan Ozgur Ozel Ekrem Îmamoglu Desteserkirin Darbe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel li ser desteserkirina Îmamoglu got, “Li hemberî serokkomarê me yê paşerojê hewldana darbeyê ye.”

Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de derbarê 100 kesî biryara desteserkirinê hat dayîn û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî hat desteserkirin.

“Em dê teslîm nebin”

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel bi rêya hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî vê operasyonê da û got, “Li hemberî serokkomarê me yê paşerojê hewldana darbeyê ye” û li pey çû:

"Niha hêzek li kar e ku dixwaze rê li ber diyarkirina serokkomarê paşerojê ya ji aliyê gel ve bigire.

Em rûbirûyî hewldana darbeyê ya li hemberî serokkomarê me yê paşerojê ne.

Gelê me ji dewleta xwe hez dike lê eger dewlet ji aliyê hinekan ve li dijî gel bê rawestandin, gel dê destûrê nede vê yekê.

Hêza sereke gel e û di dawiyê de dê gel bi ser bikeve. Dîsa dê wiha be. Em dê teslîm nebin. Di dawiyê de dîsa gotina gel dê pêk were û Tirkiye dê bi ser bikeve."

Ozel: Ez bangî Erdogan dikim, tu li kû dera vê darbeyê yî?

Li hêla din, Ozel li ser mijarê ji Halk TVyê re jî axivî û got:

"Ez bangî Erdogan dikim, tu li kû dera vê darbeyê yî? Tiştê ku 15ê Tîrmehê li AK Partiyê hat kirin niha li CHPyê tê kirin.

Hûn li kû dera vê darbeyê ne? Birako, dema gel hûn hilbijartine bi serê çavan lê dema we hilnebijêre hûn dê wan deynin xwar? Eger hûn sindoqê nabînin, kîjan aliyê we demokrat e?

Hûn dixwazin namzedê paşerojê diyar bikin. Em jî dema li rapirsînan dinêrin dibînin ku CHP dibe partiya yekem.

Di navbera Îmamoglu û Erdogan de ferqeke mezin heye. Tê dîtin ku Îmamoglu dê Erdogan têk bibe.

Tevî hemû reşkirinê, tevî êrişên li otobusan, wan hewl dan ku Îmamoglu têkçûyî nîşan bidin lê di hilbijartinê de bi ferqa milyonek dengan bi ser ket.

Di hilbijartina ku dê dîsa were kirin de Erdogan ji serketina Îmamoglu ya li hemberî xwe piştrast e.

Ji bo vê yekê vê operasyonê dikin. Ji niha û pê ve em çi bibêjin, çi bikin cihê vê nagire. Gelo gel dê biryarê bide ka kî dê welêt bi rê ve bibe?

Erdogan li dijî reqîbê xwe yê ku dê li hemberî wî bi bin bikeve darbeyê dike. Niha em di pêvajoya darbeyê de ne.”

Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de derbarê 100 kesî biryara desteserkirinê hat dayîn.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî hat desteserkirin.

Li ser Ekrem Îmamoglu dest bi lêpirsîneke duyem jî hat kirin û ew bi “PKK/KCKyê” re hat têkildarkirin.

Serokê Şaredariya Şişliyê ya Stenbolê Resul Emrah Şahan, şêwirmendê Îmamoglu yê çapemeniyê Murat Ongun, rojnameger Îsmaîl Saymaz û Serokê Şaredariya Beylîkduzuyê Murat Çalik jî hatin desteserkirin.

Li hêla din, Stasyona metroyê ya Taksîmê jî bi biryara Parêzgariya Stenbolê hat girtin û dê sefer neyên kirin.

Parêzgariya Stenbolê di navbera 19-23yê Adarê de civîn û xwenîşandan qedexe kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst