Nîqaşên li ser gotinên Serokê HUDA PARê gur dibin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zekeriya Yapicioglu HUDA PAR Mehmet Uçum Ozgur Ozel Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şerwîrmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum jî beşdarî nîqêşên guherîna Xala 4an a Destûrê bû.

Mehmet Uçurum got, "Divê sê xalên pêşîn û 'prensîba neguhêrbariyê' ya di derbarê sê xalên pêşîn de werin parastin."

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu diyar kiribû ku ew li dijî Xala 4an a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ne.

Zekeriya Yapicioglu li ser helwesta partiya xwe ya li hemberî destûra heyî wiha gotibû:

“Em li dijî Xala 4an in. Hûn fêhm dikin? Xala 4an îpotekkirina paşeroja nifşên nû ye.

Werin em rûnin û xalên din bi hev re binivîsin lê Xala 4an, ne her 4 xalên ewil.”

Ev gotinên Yapicioglu di nav partiyên siyasî yên Tirkiyeyê de bûbû sedema nîqaş û bertekên tund.

"Divê sê xalên pêşîn werin parastin"

Şerwîrmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum bi rêya hesabê xwe yê Xê nîqaşên guherîna xalên pêşîn ên guherîna destûrê nirxandin.

Mehmet Uçum  got, "Divê sê xalên pêşîn û 'prensîba neguhêrbariyê' ya di derbarê sê xalên pêşîn de werin parastin.

Berevajî tiştên ku tê gotin nayên wateya îpotekdanîna ser îradeya nifşê din û ev yek ji aliyê xalê ve jî ne mumkin e. "

"Destûra nû helbet dê têgeha welatîbûna Tirk biparêze"

Li ser pênasîna welatîbûnê Mehmet uçum wiha anî ziman, “Welatîbûn ne li gorî taybetî û cihêrengiya civakê ye, li gorî çawanî û yekitiya neteweyî tê diyarkirin.

Welatîbûn ne ji endambûna civakê, ji endambûna neteweyê derdikeve holê.

Naveroka welatîbûna Tirk, welatîbûna komarê pêk tîne.

Tekez ne li ser bingeha etnîkî ye û qet ne welatiyeke nijadî ye.

Destûra nû helbet dê têgeha welatîbûna Tirk biparêze."

Piştî gotinên Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu yên “Xala 4an a destûrê îpotekê dixe ser îradeya nifşên nû” partiyên siyasî yên Tirkiyeyê li pey hev daxuyanî dan.

"Derbarê çar xalên destûrê de ti gotûbêja me nîne"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk got, “Derbarê çar xalên destûrê de ti gotûbêja me nîne.

Pêşniyarên sererastkirina taybet bi vê mijarê li gorî me ne erênî ne. Berê jî min daxuyanî li ser vê mijarê dabû.”

Serokê CHPyê Ozgur Ozel, HUDA-PARê wekî dûvelanka Hizbulahê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê bi nav kir û êrîş bir ser MHPyê ku li gel HUDA-PARê bi hev re hevpeymanên AK Partiyê ne.

Serokê CHPyê, MHP kir hedef"

Serokê CHPyê Ozgur Ozel wiha axivî, “Tiştekî ji HUDA-PARê re bibêjim nîne, tu nikarî ji mîkropê bipirsî çima dibe sedema nexweşiyê!

Mîkrop mîkrop e lê yên dibêjin nasyonalîst û nerîtxwaz in.

Bi taybetî Kek Tayyîp, li milê rastê HUDA-PAR û li mile din Devlet Bahçelî heye.

Ji Devlet Bahçelî dipirsim, tu ji vê HUDA-PARê re çi dibêjî Kek Devlet? Kî li gel kê ye!”

Çavkaniyên MHPyê dibêjin, helwêsta partiya wan a derbarê parêzbendiya çar madeyên yekem ên destûrê de zelal e û tekez dikin ku ew nerîna HUDA-PARê bi xwe ye.

"Pêwîstî ne destûreke nû lê desthilateke nû heye"

Bi baweriya Serokê ÎYÎ Partiyê jî pêdiviya Tirkiyeyê bi guherîna desthilatê heye, ne bi guhertina destûrê.

Serokê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu got, “Dema hûn ji bo li ser desthilatê bimînin hemû tawîzan bidin tiştê bibe dê ev be.

Eger li Milazgirê destê wî bilind bikin, ew jî tê li Enqereyê tiliya xwe dixe çavê we.

Tiştê ji bo me pêwîst e ne destûreke nû ye lê desthilateke nû ye û parolaya wê desthilatê jî ew e: 'Ne yek milet, miletê Tirk; ne yek dewlet, dewleta Tirk; ne yek niştiman, niştimana Tirk; ne yek ala, alaya Tirk.”

Li gorî Xala 4an a Destûrê, ala, awayê dewletê û paytexta wî welatî ku sê xalên bingehîn in bi ti şêweyî nayên sererastkirin û guhertin û her wiha pêşniyara sererastkirin û guhertinê jî nayê kirin.

1ê Çiriya Pêşîn rûniştina Parlamentoya Tirkiyeyê dest pê dike û tê pêşbînîkirin yek ji mijarên girîng ên karnameya siyasî “Destûra Nû” be ku salek e di karnameya partiya desthilatê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst