Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê ya Tirkiyeyê got, “Îdiayên ku dibêjin Tirkiyeyê dê û bav û 7 zarokên wan kuştine ne rast in.”
Doh berê sibehê saet derdora 04:00an di êrişeke bi dronan de li gundê Berxbotanê yê bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê 9 sivîlan şehîd ketin û 2 jî birîndar bûn.
9 sivîl şehîd ketin
Di vê êrişê dê bav û 7 zarokên wan şehîd ketin û 2 zarokên wan jî birîndar bûn.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku Tirkiyeyê ev êriş kiriye.
Her wiha gelek ajansan û çavkaniyên ku ji Rûdawê re axivîn jî destnîşan kir ku Tirkiyeyê ev êriş pêk aniye.
Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê ya Tirkiyeyê bi rêya hesabê xwe yê Xê got, “Îdiayên ku dibêjin Tirkiyeyê dê û bav û 7 zarokên wan kuştine ne rast in.”
Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê îdia kir ku armanca wan “parastina sînoran” e û ew “ji bo parastina sivîlan hesas in.”
Divê were gotin ku Tirkiye gelek caran bi dron û topan êrişî Rojavayê Kurdistanê dike û heta niha gelek sivîl jî di van êrişan de hatine kuştin.
#VÎDEO - Xwediyê çewlika ku hatiye bombebarankirin Hemûdê Qasimlo qala wê malbata sivîl û bûyerê dike
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 17, 2025
🎙️ Hemûdê Qasimlo: Şehîd Osman mirovekî pir efendî bû
🎙️ Hemûdê Qasimlo: Dixwest ji bo nanê zarokên xwe bixebite
🎙️ Hemûdê Qasimlo: Ew êrişî sivîl û zarokan dike, zarokê… pic.twitter.com/WUFoHDJRCr
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse